Li Heskîfê polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafan kir 2018-03-22 14:35:15   ÊLIH – Li Heskîfê hilweşandin dewam dike. Esnafan veguheztina cihê dikanên xwe bi girtina derebeyan û çalakiyê şermezar kir. Polîsan mudaxeleyî çalakiya esnafên li serê pira Heskîfê kom bûbûn kir.    Esnafên sûka Heskîfê li dijî veguztina dikanên wan ku dê bibin cihê Heskîfa nû derketin û bi derabe girtinê vê biryarê şermezar kirin. Serê sibê esnaf li hev kom bûn û welatiyan jî destek dan wan. Esnaf û welatî li serê pira Heskîfê li hev kom bûn, lê polîsan destûr neda çalakiyê. Esnafan xwest daxuyanî bidin, polîsan destûr neda û esnafan jî li ser vê yekê israr kirin. Polîsan bi gaza îsotê û ava şid mudaxeleyî esnafan kir. Polîsan hin welatî û esnafan derb kir.    Piştî mudaxeleyê esnafan li Qada Şaredariyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Qeymeqamê Heskîfê Faruk Bulent Bayguven hat cihê çalakiya esnafan û bi wan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê esnafan dawî li çalakiya xwe anî.