Doza rêveberên DÎHA’yê hat dîtin 2018-03-22 13:33:06   AMED – Danişîna doza Serokê Lîjneya Rêveberiya DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Zekeriya Guzupek û Midûra  Berpirsa Karê Nivîsan Dîcle Muftuoglu hat dîtin.    Li ser gilîkirina kesek ji Erzîncanê di 2015’an de ji ber 20 nûçeyan, doz li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi Biryanameya di Hukmê Qanûnê de hatibû vekirin. Serokê Lîjneya Rêveberiya DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Zekeriya Guzupek û Midûra Berpirsa Karê Nivîsan Dîcle Muftuoglu ji dozê tên darizandin. Guzupek û Muftuoglu bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” ji cezayê 7 sal û nîvan heta 15 salan  tên darizandin. Yekemîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Guzupek beşdarî dozê bû û Muftuoglu ji ber rapor girtibû beşdarî dozê nebû.    ‘NÛÇE DI ÇARÇOVEYA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DE NE’    Danişînê bi tespîta nasname û kurtasiya xwendina îdianameyê dest pê kir. Guzupek di danişînê de parastinê kir. Guzupek sûcên xistine stûyê wan red kir û diyar kir ku nûçeyên di îdianameyê de bûne mijara sûcdariyê di çarçoveya azadiya çapemeniyê de ne û berata xwe xwest.    Pişt re parêzerê Guzupek mafê axaftinê girt û xwest kêmasiyên dosyeya dozê temam bibin. Dozgerê dozê jî xwest kêmasiyên dosyeya dozê temam bibin.    Heyeta Dadgehê biryara xwe ya navberê aşkere kir û biryara Muftuoglu bi zorê bînin danişînê da. Dadgehê ji bo kêmasiyên dozê temam bibin danişînê taloqî 8’ê hezîranê kir.