8 mehin roviyên wê derve dene, li benda dora emeliyatê ye 2018-03-22 13:15:38 ÎZMÎR - Dîcle Bozan a 8 mehin roviyên wê derve dene û piyekê wê jêkirî ya di Girtîgeha Tîpa R a Menemenê tê girtin, têkoşîna jiyanê dide. Bozan 8 mehin li benda dora emeliyatê ye. Endama HPG’ê Dîcle Bozan a di Nîsana 2017’an li Dêrsimê di pevçûnê de, bi giranî birîndar bû û hat girtin, bi lingê jêkirî û roviyên wê yên derve de, li Girtîgeha Tîpa R Menemenê tê girtin.     Bozan  piştî 8 meh li Girtîgeha Tîpa T a Xerpetê ma û şûn de di mehan Kanûnê de ji bo derman kirin sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hat kirin. Lê ji roja Bozan sewqî girtîgehê hat kirin û vir ve bi hinceta “Sira te ya emeliyatê nehatiye” di hucreya yek kesî de tê girtin.     Bozan a eslê xwe ji Kobanê ye, ji ber ku ji malbata wê kes li Tirkiyeyê tuneye, tenê dikare bi parêzerên Baro û wasiyê xwe re hevdîtinê bike. Her roja derbas dibe rewşa Bozan xerabtir dibe. Nûnera Însiyastîfa Piştevaniya bi Girtîgehan re ya Îzmîrê Selma Altan derbarê rewşa Bozan de agahî da.     ‘8 MEHIN LI BENDA SIRA EMELIYATÊ YE’   Altan, diyar kir ku Bozan 8 mehin li benda dora emeliyatê ye û wiha got: “Ji ber ku roviyê wê derve dene, bi rîska endeksiyon re rû bi rû ye. Girtîhe ne paqije. Lingekê Bozan jêkiriye û lingê wê yê din jî birîndare. Rewşa girtiyên nexweş ên li Menemenê ne başe. Di emeliyeta destpêkê de roviyên Bozan derxistin derve. Jêre gotin dê piştî 3 mehan carekdin bikin hûndir. Lê ligel 8 meh derbas bûn jî, bi hinceta ‘sira te nehatiye’ Bozan nabin emeliyatê.”