Newroz ji bo desthilatdarî û medyaya wê bû hûsran 2018-03-22 12:21:30 ENQERE – Li gel ku pîrozbahiyên Newrozê xistin roja 21’ê Adarê û astengî û qedexeyan jî bi milyonan mirov daketin qadên Newrozê û desthilatdarî û medyaya wê xistin nav hûsranê. Pîrozbahiyên Newroza îsal veguherî testek nû. Hikumet ji sala 2015’an ve êrîşên topyekûn li ser gelê kurda da destpêkirin, xwest bandora êrîşan li qadên Newrozê bibîne. Beriya niha pîrozbahiyên Newrozê seranserî hefteyekê dihat pîrozkirin. Lê destûra Newrozê ya îsal tenê ji bo 21’ê Adarê hat dayîn. Ji ber ku pîrozbahiya Newrozê di nav hefteyê de hat pîrozkirin jî dihat fikirandin ku dê kes beşdar nebe. Li gel destûra Newrozê hat dayîn jî lê polîsan li gelek deveran astengî derxistin û ji afîşan bigire heta flamayên kesk, sor û zer hatin qedexekirin. Gelek kesên xebatên Newrozê dan meşandin hatin binçavkirin. Di têketin û derketina qadên Newrozê de bi sedan kes hat binçavkirin. Beriya Newrozê gelek kes hatin binçavkirin. Li her qadê bi hezar polîs hatin peywîrdarkirin û xwestin li ser gel rewşek derûnî ava bikin.    RASTE RAST NEWROZA QEDEXEKIRΠ   Ji beşdarvanê Newrozê Harûn Çakmak Newroza îsal wiha şîrove kir: “Dewletê xwest bixe rojekê. Bi astengiyan nehişt newroz bê pîrozkirin. Helwesta kurdan dipîvan. Lê gel helwestek baş nîşan da. Hesaba dê kes beşdarî pîrozbahiya nebe û dê vê yekê jî bikar bînin dikir. Lê ev bendewariya wan vala derket. Yên li ser Newrozê hesaban dikirin rastî têkçûnê hatin. AKP û çapemeniya xwe matmayî man. Ji rojnamegerên nêzî xwe xwestin qadê Newrozê vala nîşan bidin. Lê ne pêkan bû dîmen û wêneyên wiha serwîs bikin. Li qadên Newrozê cihê tu piyê xwe biavêjî tune bû. Qadên Newrozê bersiv baş da êrîş, kkuştin û dagerkeriyê.”    KAWA LI HER DERÊ BÛN    Newroza îsal di heman demê de bû Newroza xwedî derketina Kawayê Hesinkar. Bi milyonan kes bersiv dan kesên li Efrînê peykerê Kawayê Hesinkar rûxand. Kemal Bulbul ê di tevgera Kawayê hemdem de xwedî tecrûbe wiha got: “Bi rastî jî Newroz veguherî Newroza Efrînê.”   PEYAMA NEWROZÊ    Husrana Newrozê xwe di manşetên rojnameyên nêzî AKP’ê de jî da der. Rojnamegerên li qadê piştÎ demek ku dîtin bi sed hezaran kes diherikin qadan li ser dik û qadên Newrozê winda bûn. Kelecan û peyama bi milyonan kes bi hevokek jî ne nivîsandin û cih nedanê. Heta gelek saziyên çapemeniya navnetewî jî bûn hevkarên medyaya desthilatdariyê. Ajansa Sputnîkê ku di dema qeyrana xistina balafirê de li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin jî, li gel bi kurdî jî weşanê dike tevahiya rojê bi hevokên kurt pîrozbahiyên Newrozê derbas kir. Her wiha Spûtnîkê bi nûçeyên xwe kurt, Newrozê kir “Nevruz.” Çunkî peyam û berteka gel a ji qadên Newroza îsal bilind bûn tenê ne li dijî Tirkiyeyê bûn. Her wiha ev peyam û hêrs li dijî Rûsya û raya giştî ya cîhanê bûn jî.    TENÊ CAREK NIVÎSANDIN: NEWROZA 2013’AN   Medyaya ku Newrozê bi hevokek ne nivîsand di salên 2013-2015’an de pîrozbahiyên Newrozê kiribûn manşet. Heta hin rojname bi manşetên “Newroz pîroz be” û “Happy Newroz (Newroza bextewar)” derketibûn. Di navberê de 5 sal derbas bû, agirê Newrozê hin bêtir gûrtir bû, lê çapemeniya di agirê Newrozê de bû xwelî, dîsa rola xwe ya şerxwaz leyîzî. Ji bo mirov li hûsrana wan îro fêm bike, pêwîstî bi manşetên rojnameyan ên Newroza 2013’an heye.   21’ê Adarê 2013    Yenî Şafak: Bila agirê aştiyê qet venemire Sabah: Agirê Newrozê ji bo aştiyê vêdikeve    22’ê adarê 2013    Bugun: Ji Ocalan banga aştiyê  Cumhuriyet: Derbasî ‘Serdema nû’  Evrensel: Dê çek bêdeng bibin siyaset biaxive  Haberturk: Dema aştiyê ye  Hurriyet: Dema çekan xelas bû  Milliyet: Êdî dawî li çekan tê  Ozgur Gundem: Di şahidiya milyonan de serdemek nû dest pê kir  Posta: Dawî li çekan tê  Radîkal: Bijî Turkiye Sozcu: Îxtîdar îftîhar pêşkêş dike: Şova Apo û PKK’ê  Star: Pêncşema bi xêr  Yenî Şafak: Çek sekini dema aştiyê ye    4 SAL E HEMAN HÛSRAN    Medyaya desthilatê Newroza 2014’an wek sala 2013’an nekir manşet lê pîrozbahiya Newrozê di rûpelên pêş da nivîsandin.    Manşetên Ocalan ên 2013’an di sala 2014’an de cihê van manşetan ji dîmenên mitînga Erdogan a li Erziromê re berdan.    Di sala 2015’an de jî medyaya desthilatê Newrozê nivîsand û weşand, lê gotinên Erdogan ên mîna “Dolmabahçe xelet bû” kirin manşet. Pişt re li dijî bajaran operasyon û êrîşan dest pê kir û li hundir pevçûnan dest pê kir.    Di Newroza 2016’an de medyaya desthilatê vê carê jî qadên Newrozê vala nîşan da. Newroza 2016’an li gelek deveran jî hat qedexekirin. Newroza yekemîn a piştî pêvajoya çareseriyê bû. Li gel hemû êrîş û qedexeyên li ser Newrozê li Amedê bi sed hezaran kes beşdarî Newrozê bûn.    Di Newroza 2017’an de jî kurdan beriya referandûma 16’ê Nîsanê li qadan helwesta xwe danî holê. Bi milyonan mirov bi dirûşmeya “Ji rejîma yek zilamî re na” qadan tije kirin û dîsa di medyaya desthilatê de cih negirt.