Balafirên şer gundên Hewlerê bombe kir: 4 sivîl kuştin 2018-03-22 11:19:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên TSK’ê gundê Qesrên Qesrê yên Hewlêrê bombebaran kirin û 4 sivîl kuştin.    Balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) saet 01.00’ê şeve gundên Wesan, Serkan û Mawna yên bajaroka Qesrê ya navçeya Çoman a herêma Dolan Baleyan a parêzgeha Hewlêrê bombebaran kirin. Di bombebaranê de 2  jê pêşmerge, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Pêşmerge ji bo gundê xwe ziyaret bikin çûbûn herêmê.    Navê pêşmergeyên di bombebaranê de hatin kuştin Kake Mistefa Ebubekîr û Şero Mehmud Îbrahîm e. Ev herçar welatî ji bo seyranê çûbûn herêmê û her çar jî hevalên hev bûn. Cenazeyê her  çar welatiyan saet 04.00’ê rakirin morga Nexweşxaneya Soran. Hat diyar kirin ku di rojên dawiyê de êrîşên TSK’ê yên li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûne û rojane gundên herêmê tên bombebaran û topbaran kirin.