Pira Gelan: Dê koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropayê ve zêde bibe 2018-03-22 09:46:09   ÎZMÎR – Endamê Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahîn, diyar kir ku koçberiya li Deryaya Ege zê zêde bibe û havînek dijwar li pêş wan e. Şahîn, da zanîn ku bi koçberiya ji Tirkiye ber bi Ewropa re dê mirin jî zêde bibin.    Li Rojhilata Navîn piştî şer dest pê kir koçberî jî zêde bû. Her sal bi hezaran welatiyên koçber dema ji Rojhilata Navîn di ser Derya Spî û Ege re derbasî Ewropa dibin keştiya wan noqî avê dibin û jiyana xwe ji dest didin. Piştî li Sûriye şer dest pê kir nêzî 3 milyon welatiyên Sûriye koçî Tirkiye kirin. Disa ji Iraqê Îran, Efganistan û Solamî jî nezî 400 hezar welatî koçî Tirkiye kirin. Penaberên koçî Tirkiye kirin jî gelek ji wan derbasî Ewropa dibin. Di rojên borî de 14 penaber li Derya Ege noqî avê bûn û jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan penaber jî derbasî Ewropa bûn. Têkildarî rewşa penaberan Cîgirê Seroka Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahîn, diyar kir ku penaberên hatine Tirkiye ji bo dîsa venegerin mirinê didin ber çavên xwe û dîsa dikevin rêya talûke û xwe ber bi pêlên derya Egeyê de berdidin.    ‘DÊ KOÇBERÎ ZÊDE BIBE'   Şahîn, anî ziman ku Tirkiye û Yekîtîya Ewropa (YE) di Adara 2016'an de li ser penaberan li hev kirin û wiha got: "Pişti peymanê gelek penaber li Tirkiye vegerandin. Dîsa gelek kes di koçberiyê de noqî avê bûn û jiyana xwe ji dest dan. Piştî şerê dawî dê koçberî dîsa zêde bibe. Bi taybetî koçberiya ber bi Ewropa de de zêde bibe. Ji ber pêkanînên Tirkiye û Ewropa bi hezaran koçber noqî avê bûn û jiyana xwe ji dest dan. Pişti peyman îmze kirin kampên ku dişibin girtigehan ava kirin. Pêşî li rêyên talûke negirtin. Bi taybetî penaberên Sûriye welatekî ku lê bijîn û lê bimînin êdi tune ye. Di dîrokêde piştî dewletên netew hatin avakirin koçberiya welatiyan jî dest pê kir."    HAVÎNEK DIJWAR LI BENDA ME YE   Şahîn, bal kişand ser gotina Serok û wezîrên AKP'ê ya "Em dê Sûriyeyîyan vegerînin Efrînê" û wiha got: "Di demên pêş de koçberiya di ser Tirkiye re dê zêde bibe. Piştî penaberiya di ser Derya Sipî û Egeyê re zêde bibe, dê mirina di nava deryaye de jî zêde bibe. Bi qasî em dişopînin şerê li Efrînê didome. Di van şert û mercan de ne pêkan e penaber karibin li Efrînê bi cih bibin. Nikarin di van şerdan de bijîn. Sûriyeyî yên ku niha li Tirkiye dijîn bi tirsa ku dê wan bişînin Efrînê berê xwe didin Ewropa. Nikarin êdî pêşerojekê li Tirkiye ava bikin. Nêzî 40 hezar zarokên Sûriyeyî li vir hene. Tu hêvî û bendewariya wan li Tirkiye tune ye. Zarok nikarin dibistanê bixwinin. Nikarin mafên penaberiyê jî bistînin. Yên hevî û bendewariya wan li Tirkiye tune be dê berê xwe bidin Ewropa. Havînek dijwar li pêş me ye.    TIRYIYE NE EWLE YE   Şahîn, anî ziman ku Efrînîyan ji ber şerê Tirkiye ji ax û wên xwe koç kirin, lê berê xwe nedan Tirkiye û wiha got: "Ji ber ku Tirkiye ewle nabînin. Berê xwe dan Rojava. Rojava ji bo xwe bêtir ewle dibînin. Êdî welatên Ewropa jî ewle habînin. Êdî hevî û bendewariyên wan zêde ji Ewropa jî tune ye."     MA/ Ruken Demir