Henan Osman: Efrîn hatiye dagirkirin, lê wê berxwedan bi ser bikeve 2018-03-22 09:00:36 STENBOL – Endama Yekîtiya Jina ya Lubnanê Henan Osman, diyar kir ku ew di serdana xwe ya Efrînê de li her qadê bûne şahidê berxwedanê û got: "Gelê kurd di şer de ye. Di şer de serketin jî heye, binketin jî heye. Niha tirkan Efrînê dagir kiriye. Lê divê ev yek neyê jibîrkirin ku dê li Efrînê berxwedan bi ser bikeve."  Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê di roja 62'yemîn de ne. Hevseroka Navenda Çanda Civakiyî ya Newrozê ya Lubnanê û Endama Yekîtiya Jina ya Lubnanê Henan Osman ku serdana Efrînê kir, êrîşên li ser Efrînê û çavdêriyên xwe nirxandin. Osman diyar kir ku ew bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tevî delegasyoneke ku rêxistinên jinan, partiyên komunîst, rêxistinên filîstînê, jinên filîstînî, rojnamevan ên li Lubnanê û kurdên li Lubnanê di nav de serdana Efrînê kirine.    'VÎNEKE MEZIN HEYE'    Osman, destnîşan kir ku di 8'ê Adarê de li Efrînê meşeke mezin hat lidarxistin û got: "Piştî meşê em çûn gundekî ku tam li hember Tirkiyeyê ye û dihat bombebarankirin. Me xwest em peyama ku Efrîn ne bi tenê ye û êrîşan şermezar dikin bidin. Em li vî gundê ku dihat bombekirin 4 rojan man. Li wir jî ji 7 saliyan heta 70'ê saliyan herkes li ber xwe dide. Vîneke mezin heye. Zêde girêdayî axa xwe ne."    Osman bi lêv kir ku ji roja ku şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye heta niha, li Rojavayê projeya "Neteweya Demokratîk" hatiye sepandin û ev proje ji bo gelên Rojhilata Navîn riya çareseriyê ye. Osman diyar kir ku Tirkiye û dewletên serdest vê projeyê wekî tehdît dibînin û ji roja ku şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye Tirkiye li dijî vê projeya çareseriyî dertê.    'DÎROKA WAN DÎROKA TALAN Û RÛXANDINÊ YE'    Osman, destnîşan kir ku piştî dagirkirina Efrînê mîrateyên çandeyî yên li Efrînê hatine texrîbkirin û bi dagirkirinê tê xwestin ku demografiya herêmê bê guherandin. Osman anî ziman ku di dîroka Tirkiyeyê de ji destpêkê heta niha talan û rûxandin heye. Osman got di meha Newrozê de bi rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar, hatiye xwestin ku berxwedana Kawayê Hesinkar a di dilê kurdan de bê tunekirin. Osman domand: "Me dît ka çawa bi awayekî hovane êrîşî sivîlan dikin û wan dikujin. Malên mirovan valakirin, malên wan dizîn. Ev çand û edeteke wan e. Ji bo van kesan kuştin, qetilkirin, tecawizkirin ne tiştekî nû ye. Tiştek di xwîna wan de heye. Dema hatin Efrînê bi vê nefsê hatin Efrînê."Osman bi lêv kir ku polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser kurdan qet neguherîne û got: "Li hemberî van polîtîkayan, di dîroka kurdan de jî berxwedan û serîhildan heye û di ya Tirkan de jî kuştin." Osman diyar kir ku Dersim, Agirî ji bo vê yekê mînak in û piştî Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê herî dawî li Efrînê rûyê xwe yê komkujer û talanker nîşanî kurdan dane.    'TEKANE HEDEFA WAN KURD IN'    Osman, destnîşan kir ku ji ber van polîtîkayan kurd xwe wekî perçeyekî Tirkiyeyê nabînin û got: "Eger tu înkar bikî, tune bikî, perçe bikî, malên wan birûxînî, zarokên wan bigirî, tecawiz bikî wê çawa bibin perçeyekî te. Helbet wê hîs nekin. Tirkiye ji vê rewşê berpirsiyar e. Ne tenê li Tirkiyeyê dixwazin li Rojavayê jî vê yekê bikin. Dest davêje Başûr û Rojava. Kurd li kuderê bibin vîneke siyasî, bibin hêzek mudaxileyî wan dike. Her tiştê xwe didin hêlekê, tenê difikirin ku ew ê çawa rê li ber kurdan bigirin ku vîneke wan a siyasî çê nebe. Em dikarin bêjin ku di cîhanê de tekane armanca wê ev e."    'HÊZÊN NAVNETEWÎ LI PÊYÎ BERJEWENDIYÊN XWE NE'    Osman, bi lêv kir ku hêzên navnetewî jî ji bo Efrînê bi awayekî cidî deng dernexistine û got: "Hêzên navnetewî ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî bêdeng man. Ji bo berjewendiyên xwe di der xwîn û kuştina gelan re polîtîkayên xwe yên qirêj bi rê ve dibin. Rewşa li Gûtayê û li Efrînê li holê ye. Herkes ji bo Gûtayê deng derdixîne, lê belê ji bo Efrînê jî herkes bêdeng e. Me hemûyan tewra Rûsyayê jî dîr. Lê bila herkes bizanibe ku di nezda gelan de tu beramberiyeke van polîtîkayên qirêj tune ye. Ji ber vê mecbûr in polîtîkayên têkildarî yekîtiya gelan esas bigirin. Heta ji destê wan tê dixwazin gelan perçe bikin û bandora xwe ya li ser wan zêdetir bikin. Ji bo kapîtalîstan jî meseleya sereke aborî ye. Perçekirina gelan, ji bo wan zîndebûna aboriyê ye."    'BARÎN Û AVESTA BÛN SEMBOL'    Osman, destnîşan kir ku di her qadên berxwedana Efrînê de jin pêşengtiyê dikin. Osman ji bo Barîn Kobanî û Avesta Xabûrê jî got bûne remza berxwedana Efrînê. Osman got: "Hin mêr dixwestin ji Efrînê derkevin. Lê belê jinan bi hêrseke mezin bertek nîşanî vê yekê dida. Me serdana malekê kir. Zilamê malê digot 'em ji Efrînê derkevin.' Lê jina malê digot 'eger em rojekê bimirin, bila ew jî bi berxwedanê li vê xakê be. Em ê ji Efrînê dernekevin.'"   'WÊ EFRÎNÎ BI SER BIKEVIN'    Herî dawî Osman destnîşan kir ku taliya talî wê Efrîn bibe ya gelê Efrînê û got: "Gelê kurd din şer de ye. Di şer de serketin jî heye, binketin jî heye. Niha tirkan Efrînê dagir kiriye. Lê divê ev yek neyê jibîrkirin ku dê li Efrînê berxwedan bi ser bikeve. Wê êdî derwleta tirk nikaribe li Efrînê li ber xwe bide. Wê leşkerên bi pere yên tirkan jî li Efrînê bi ser nekevin. Wê nikaribin vîna gel bişikînin. Wê gelê Efrînê vegere ser xaka xwe." Osman gotina Mazlûm Dogan "Berxwedan Jiyan e" bi bîr xist û got: "Wê li Efrînê berxwedan bi ser bikeve."    MA / Sadiye Eser