Malbatên kesên piştî Newrozê hatin binçavkirin li ber emniyetê ne 2018-03-21 23:11:35   AMED- Malbatên kesên piştî prîozbahiya Newrozê hatin binçavkirin, li ber Miduriyeta Emniyetê ya Amedê ne.    Piştî pîrozbahiya Newroza Amedê polîsan gelek kes binçav kir. Malbatên kesên binçavkirî li ber Miduriyeta Emniyetê ya Amedê kom bûn. Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Ûca jî ji bo piştevaniya malbatan, bi emniyetê re hevdîtin çê kirin. Ûca diyar kir ku 30 jê zarok, nêzî 70 kes hatine binçavkirin. Ûca destnîşan kir ku zarok li Miduriyeta Şaxa Zarokan tên ragirtin û ji kesên binçavkirî ew navê 22 kesan hîn bûne.    Ûca diyar kir ku sedemên binçavkirinê trajîkomîk in. Ûca got, hin kes ji ber flamayên kesk û sor û zer hilgirtine hatine binçavkirin. Ûca anî ziman ku rayedaran gotiye kesên dîmenên wan hebin û dirûşme berz kiribin wê sewqî dozgeriyê bên kirin û wê hin jê jî bên berdan.    Malbatên kesên binçavkirî hîn jî li ber emniyetê ne.