Li gel hemû astengiyan jî îzmîriyan qada Newrozê xemiland 2018-03-21 20:18:17   ÎZMÎR – Li Îzmîrê di dema pîrozbahiyên Newrozê û piştî pîrozbahiyan zêdeyî 60 kesî hatin binçavkirin. Tevî hemû astengiyan jî welatiyan bi deng û rengê xwe qad tijî kirin.    Li bajarên Egeyê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn. Di pîrozbahiyên li bajarên Egeyê de daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan hat kirin, berrxwedana li Efrînê hat silavkirin û pêkanîna kincên yektîpî ya li girtîgehan hat şermezarkirin. Li gelek bajaran bêyî pirsgirêk rû bidin pîrozbahî bi dawî bûn û herî dawî jî ya li Qada Gundogduyê bi dawî bû. Di dema pîrozbahiya Newrozê ya li Qada Gundogdûyê û piştî pîrozbahiyê polîsan gelek kes binçavkirin.    Zarok jî di nav de 60 kes hatin binçavkirin. Navê hin kesên hatin binçavkirin ev in: “Ayhan Gurbuz, Meyase Takak, Gulseven Turgal, Hatice Tunç, Ahmet Adiyaman, Veysel İnan, Enise İlin, B.K.D. (16), Geveri Aktaş, Nevra Aktaş, N.U. (17) Emrah Demir, Raciye Altindag, Dilan Yurtteri, Murat Avci, Seyit Tugray, Ramazan Acar, Nazdar Kaymaz, Filiz Adiyaman, Remziye Acar (tevî pitika di hemêza xwe de), Yasin Beyaz, Nevit Ramo (îranî) M.K. û E.K. ên di biniya 18 salan de, Dilan Anat, Samire Akar, İlknur Karadeniz, Fadime Avci, Gurbet û Gulnaz Ektiren.”    Di Newroza Îzmîrê ku bi coşeke mezin hat pîrozkirin de, ligel hemû polîtîkayên çewisandinê jî gel diyar kir ku ew ê qadan neterikînin û daxwazên xwe yên bi salan e tînin ziman bi lêv kirin. Piştî prîozbahiyê Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê û Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran coşa girseyê nirxand û got peyama girseyê zelal bû. Başaran got girseyê peyama ku "Hûn nikarin vîna me teslîm bigirin" daye. Her wiha Başaran destnîşan kir ku girseyê bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" girêdana xwe ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan nîşan daye, sekna xwe daye der.    Her wiha Ertûgrûl Kurkçu jî bi van gotinan helwesta welatiyên tev li pîrozbahiyê bûn vegot: "Ev girse girseyeke muhteşem e. Divê dewlet peyama girseyê bigire. Ev girse dibêje Efrîn têk neçûye, têk naçe, şoreş têk naçe, şoreş nêz e."