Parêzer banga 'Tev li doza Aladagê bibin' kir 2017-10-08 14:27:43 EDENE - 3'emîn rûniştina doza facîaya Wargeha Xwendekaran a Aladagê ku jê 11 xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû dê sibê bê dîtin. Parêzerê malbatan Omer Çelîk, diyar kir ku divê karmendên berpirsiyar bên darizandin û bang li cemaweriyê kir ku dozê bişopînin.  Li navçeya Aladagê li wargeha keçan a girêdayî cemata Suleymaniyan, di 29’ê mijdara 2016’an de şewat derketibû û 11 jê xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 22 kes jî birîndar bûbûn. Ji vê buyerê 7 bersûc ji ber ku bi qusir bûn dihatin darizandin. Bersûc Ramazan Dede hat berdan. 3'emîn rûniştina doza facîayê ku 24 xwendekar jî birîndar bûn sibê li Dadgeha Cezayê Giran a Kozanê dê bê dîtin.    Endamê Komeleya Mafên Civakî (SHD) Prz. Omer Çelik, diyar kir ku di rûniştina ewil de der barê 7 bersûcan de biryara berdewama girtinê dabûn, lê 10 roj şûnde Ramazan Dede hat berdan. Çelîk, anî ziman ku di darizandina dozê de hêj rayedarên cemaweriyê yên berpirsiyar nehatine darizandin û xwest rayedarên cemaweriyê jî bên darizandin. Çelîk destnîşan kir ku Îdareya mulkî jî darizandina Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Navçeyê, 4 erkdarên agirkujê yên li Qeymeqamiyê erê kiriye û wiha got: "Em hêvî dikin ku hemû kesên destê wan di nava vêyekê de hebin bên darizandin. Em dixwazin Midûrê Perwerdehiya Navçeyê jî bê darizandin. Di du rûniştinan de heyeda dadgehê destûr neda ku 15 baro mudaxîlî dozê bibe. Em vê yeke wekî garabeta hiqûqê bi nav dikin. Dozger di lêkolîn û keşfê de her tişt zelal nekiriye. Divê ji nûve keşif bê kirin. Em bi vê yekê bawer dikin ku ser bûyerê veşêrin. Em wekî parêzerên malbatan û Komeleya Mafên Civakî heta dawî em dê bi ser de biçin."    Çelîk, anî ziman ku di rûniştina dozê de herî kêm 20 parêzerên Wargehê amade dibin, lê destûr nadin parêzerên malbatên zarokan amade bibin. Em Rêxistina Suleyman piştî rêxistina FETO wekî rêxistina tuyemîn dibînin.    Çelik, heri dawî anî ziman ku daxwaza malbatan ewe ku kesên bersuc bên darizandin û cezakirin e. Çelik, bang li hemû cemaweriyê kir û xwest sibê beşdarî rûniştina dozê bibin.