Gelê Botanê li qadê bi cih nebû: Ew Dehaq bin, em jî Kawa nin 2018-03-21 14:55:02   ŞIRNEX - Ligel hemû astengî û zextan qada Newroza Cizîrê tije û bû cih nema. Cizîriyan li qadê peyama “Ger desthilatdariya AKP’ê Dehaq be, em Botanî jî Kawan e” dan.   Pîrozbahiya Newrozê ya bi coş a li Tesîslera  Bozalan a navçeya Cizîra Şirnexê ku bi dirûşma “Her der berxwedan, her der Efrîn” destpê kir, bi hemû kelecaniya xwe ber dewam dike. Qada ku tik û tije bû, hîna jî gel diherike qadê. Malbatên Komkujiya Roboskê, malbatên Kuşkonar û Koçagaçli yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, malbat û xizmên kesên di bodromên Cizîrê de bi saxî hatin şewitandin li qada Newrozê amade bûn û bi girseya gel re li dijî tecrît, dagirkerî, êrîş, girtin, zext û OHAL’ê bertek nîşan dan.    Ji ber astengiyên polîsan bernameya Cizîrê dereng destpê kir. Polîsan dest danîn ser bîlgiseyara staranên Newrozê ya tê de dihat gotin. Li ser vê yekê bi deh hezarên qad dije kirin, bi yek dengî star gotin û guvend gerandin. Jinên bi kincên xwe yên herêmî beşdarî pîrozbahiyê bûn, li ber dahol û zirneyên govend gerandin û tilîlî berz kirin.   Bername bi hemû coşa xwe berdewam  dike.