Sedhezaran li Stenbolê posterê Ocalan rakir: We peyam girt! 2018-03-21 14:41:57 STENBOL – Bi sed hezaran Stenbolî ji bo Newrozê pîroz bikin hatin qada Newrozê. Bi sed hezaran piştî qada Newrozê tijî kirin, posterê mezin ê Ocalan rakirin û gotin: We peyam girt. Ev Newroz, serhildana gelan a li dijî faşizmê ye."  Bi sedhezaran gelê Stenbolê tevî hemû astengiyan li qada Bazara gel a Bakirkoyê ya Stenbolê kom bûn û bi şîara “Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşizmê Bihara Gelan e" Newroz pîroz dikin. Pîrozbahiyê bi tevlêbûna sed hezaran dest pê kir.  Bi deh hezaran Stenboliyên ji car aliyên Stenbolê herikîn qadan, tevî hemû astengiyan hatin qadê. Welatiyên Stenbolê yên Ermeni, Pomak, Çerkes, Roman, Laz, Turk ve Kurtler, bi dirûşmeya “Bijî biratiya gelan" berz kirin û ketin qadê. Bi deh hezaran li qadê gihiştin hev û bûn sedhezar. Bi sed hezaran posterê mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin. Dîsa li qadê rengên kesk, sor û zer rakirin qada Newrozê bi rengên zindî coşandin. Gel tevi hemû astengiyan posterê mezin ê Ocalan derbasi qadê kirin. Dîsa bi sedan alên “Newroz pîroz be" li qadê li ba dibin. Bi sed hezaran kesan bê navber dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrinê” berz kirin. Li qadê bê navber sirûd hatin xwendin, dirûşme hatin berz kirin. Ciwanên ku bi coşek mezin govend gerandin bê navber dirûşme berz kirin. Bi dehan partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk û komele bi al û rengên xwe qada Newrozê coşandin. Herikîna qada Newrozê didome.  Nêzî 30 welatiyên ku xwestin têkvin qata Newrozê hatin binçavkirin û di maşîna polisan de ten rawestandin. Polîsan xwestin pankarta Malên Gel a “Ji înadê de aştî" desteser bikin û niqaş derketin. Girseyê tevî hemû astengiyên polîsan rengên kesk, sor û zer û posterên Ocalan xistin qadê û ji polîsan re gotin "We peyam girt! helwesta polîsan şermezar kirin.    Dayika Berkin Elvan Gulsüm Elvan, Dayika Suphi Nejat Agirnasli Nuran Ağırnasli, malbatên zarokên wan di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, Bave Dicle Delî Faik Delî û gelek kesên din jî cihê xwe di Newrozê de girtin.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit Hevseroka Malên Gel Nuri Gunay, Berdevkê Partiya Keskan, Naci Sönmez, HevserokÊ SYKP'ê Ahmet Kaya, Nûnerên Devrimci Partî, EMEP û akademîsyenên bi KHK'ê ji kar hatin avêtin di Newrozê de cihê xwe girtin.    Li qada Newrozê pankarta “Ji Înadê de aştî ji înadê de azadî" vekirin û Newroza Amedê slav kirin. Li ser dikê stranên bi kurdî, tirkî, Lazikî, Ermenî, Suryanî, Çerkesî, stran hatin strîn. Dema peyama girtiyan hat xwendin bi yek dengî “Bijî berxwedana zindana” û girtî slav kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi pexistina Agirê Newrozê û rêzgirtinê dest pê kir û Srûda Çerxa Şoreşê hat xwendin. Dema rêz hat girtin bê navber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin û bê navber diruşmeya “Newroz li Efrinê pîroz be” pîroz kirin.    ‘QATIL ERDOGAN'   Serokê komîteya Amadekar a Newrozê Alî Riza Bilgelî bi dirûşmeya “An azadi an azadi” derket dikê. Bilgilî got: “Hevrêyên Deniz Gezmiş, Mahir Çayan, Îbrahim Kaypakkaya û Mazlum Doganan hûn bi xêr hatine. 2630 sal berê Kawaye Şoreşger li dijî zilma Dehaqan dest bi têkşînê kir û Ev Newroz serhildana gel a li dijî faşîzmê ye." Girsê bê navber dirûşmeya “Qatil Erdoğan” berz kirin.  Pîrozbahî bi stdranên hunermed Gulseven Medar û axaftinan berdewam dike. Agirê Newrozê bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Efrînê" û "Em hemû Kawayên Şoreşger in" berz kirin.