Li Wanê tilî ji bo azdiyê rabûn 2018-03-21 14:24:26 WAN -  Gelê Wanê, bi sedhezaran beşdarî pîrozbahiyên Newroza dîrokî ya Keleha Wanê bûn. Gel hîna jî diherike qadê û bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrînê” tên berzkirin.  Gelê Wanê bi coşek mezin bi sedhezaran herikên qada pîrozbahiyên Newroza Keleha Wanê û Newrozeke dîrok dinivîsin. Gelê Wanê bi kiras, fistan, şal û şapikên xwe tada Newrozê tije kirin. Ji 7 salî heya 70’î sal gel guh neda astengiyên bolîsan û qada tije kirin. Gel bê navber li qadê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û Bijî berxwedana Efrînê” berz kirin.  Piştî deqeyek rêzgirtinê Berdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Bayram Kaval axiftina destpêkir.    Piştî axaftina Kaval, Hozan Fikret derket ser dikê û bernameya Newrozê bi hemû coşa xwe berdewam dike.