Li dijî wêrankirinê li ber xwe didin 2017-10-08 13:42:40 AMED - Mevlîde Ak a li Taxa Alîpaşa ya Sûrê ya hat wêrankirin li ber xwe dide, diyar kir ku kuçeyên 56 salin lê dijî terk nake û li ser mala xwe ya xirakirî  kon vedaye û li dijî wêrankirinê liberxwe dide.  Di bin navê “Veguhestina Bajarvaniyê” de 23’ê Gulanê xirakirina taxên Alîpaş û Lalebeylî yên Sûra Amedê hatin destpêkirin. Di çarçoveya wêrankirinê de Herêma Etap 1 bi dawî bû. Ligel ku mal hatin xirakirin û li şûna wan bingeha malên nû hat kulandin jî, gel ji bo koçeyên xwe yên dîrokî terk nekin liberxwe didin. Malbata Ak a li koçeya Palu ya Taxa Alîpaşa dijî, bi mehane liberxwe didin. Ligel ku mala Ak hatiye xirakirin jî koçeya xwe terk nakin û li ser mala xwe ya wêrankirin kon vedane û tê de dijîn.     LI SER MALA WÊRANKIRÎ KON VEDAN   Mevlîde Ak a 56 salî ku koçeya xwe terk nakin, bal kişand ser konê li ser mala xwe ya wêrankirî vedayî. Mevlîde ku dinava xurdeyên li koçe û taxê de dijî, dema xarin amade dikir em ferq kirin û wiha got: “Dîmenên em nekişînin, ji xwe kes dengê me nabihîse.” Ak a ku gazinên xwe anî ziman wiha axivî: “Malbata me ji 18 kesan pêk tê. Hevjînê min karê kirîn û firotina xurdeyan dike. Em li ciheke din nikarin debara xwe bikin. Ma me kon venedaya, me dê çibikira?”     TEMENEK DIRÊJ LI SÛRÊ DERBAS KIR   Ak, da zanîn ku rojên zor li benda wan e û wiha got: “Min salên xwe yên dûr û dirêj li Sûrê derbas kirin. Em nikarin Sûrê terk bikin. Jiyana me li vir derbas bû. Sebra me tenê li vir tê. Koçeyên me qadên jiyanê ne. Em ê bi evqas zarokan re herin ku derê? Ji me re dibêjin derbikevin û herin. Kenê mirov bi vê yekê tê. Dewlemendiyeke me ya em ji vir derbikevin tuneye. Ezê debara vê malbatê li ku derê bikim?”    Ak, dest nîşan kir ku di salên 1990’î de neçar dimînin ji gundê Kaziktepe ya navçeya Çinarê koçî taxa Alîşapa bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel zoriyên me derbas kirin, bi hatina zivîstanê re jî em ê dest ji mala xwe bernedin û çardin koçber nekin.”