Zarokên Îbrahîm dê bi Newrozê bersivê bidin Nemrudan 2018-03-21 12:06:26 RIHA - Gelê Rihayê li dijî Nemrutên zilam bi dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrînê” herikin qada Newrozê. Gelê Rihayê yê xwedî dîrokek bi heybet a Hz. Îbrahîm ku li dijî Nemrut agirê berxwedanê geş kir, serê sibê bi berzkirina dirûşmên “Bîjî serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrîn” herikîn qada. Gel serê sibê bi cilên xwe yên herêmî ketin rê û ji taxa Paşabagi xwe gihandin Qada Newrozê.    Rihayî di kontrola lêgerîna polîsan re derbas bûn û ketin qada Newrozê. Gelê Riha bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Efrînê” berxwedana Efrînê silav kirin. Pankartên bi zimanên cûda bi qadê hatin kirin.    JI BO BERXWEDANA EFRÎNÊ PIŞTGIRÎ Û JI OCALAN RE JÎ SILAV   Welatiyên bi zarokên xwe re ketin qadê, di lêgerîna polîsan de alên HDP û DBP’ê jî dinavê de gelek sembolên din ji welatiyan girtin û dest danîn ser. Ligel hemû astengî û pêkanînên keyfî yên polîsan jî gel tawîz neda û bê navber dirûşmên Bijî serok Apo berz kirin û hezar silav ji Îmraliyê re gotin.    Li gorî bernameya Newrozê, li bendêye ku Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Huda Kaya û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmuş bi axivin.