Qada Newroza Amedê tije bû 2018-03-21 11:48:23 AMED - Li Amedê Qada Newrozê bi sedhezarên berê xwe dan Newrozê tiptije bû. Li Qada Newrozê tenê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Efrînê” tên berzkirin.  Newroza Amedê ya dîrokî ku bi sedhezaran beş bûn, coş û kelecaniya heyî mîna salên bûrî dest pêkir. Bi sedheran girseya ji aliyên bajêr serê sibê berê xwe dan Qada Newrozê, di demek kin de qad tije kirin. Hîna jî bi sedhezaran Amedî ber bi Newrozê ve diherikin.  Li nokteyên kontrolan ligel hemû astengî û pêkanînên keyfî yên polîsan jî, bi sedhezaran kes bi berzkirina dirûşman û coşa Newrozê ketin qadan û qad veguherandin mîhrîcanê.     YEK DENG YEK DIL    Ji 7 salî heya 70’î salî jin bi kiras û fîstanên xwe yên renga reng diherin qadan. Girseya diherike qadê bi yek dengî û yek dil tenê dirûşêm “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Efrînê” berz dikin. Polîs li ber perala deng a mûzikê lêdixe rawestiyane, destûr nade ku stranên dinavê de “Kurdistan) hebe bên lêxistin.    LI ÇAR ALIYAN MÊVAN LI HEV CIVIYAN    Hemû mevan bi otobûsan hatin qadê, û cihê xwe yê di protokole de girtin. Malbata Mehmet Tunç ê li Cizîrê jiyana  xwe ji dest dayî, birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Malbata Ferhat Kurtay ê di Girtîgeha  Amedê de jiyana xwe ji dest da û malbatên HPG’iyên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dayîn beşdarî Newrozê bûn û cihê xwe di protokole de girtin.