Li Amedê bi sedhezaran diherikin Newrozê 2018-03-21 10:35:52 AMED – Li Amedê bi sedhezaran ji taxên bajêr diherikin qada Newrozê. Qada Newrozê mîna her salê bi rengên kesk, sor û zer hatine xemilandin.  Bi sedhezaran Amedî ji serê sibê ve berê xwe didin Qada Newrozê. Pîrozbahiya Newrozê yê fermî dê saet 11.00’an destpê bike, lê welatiyan ji serê sibê de berê xwe dane qadê û diherikin Newrozê.    DESTPÊKÊ GOR ZIYARET KIRIN    Gelek malbatên Amedê li ser rêya xwe gorên PKK’iyan ên li Goristana Yenîkoyê ziyaret kirin û li ser gorên zarokên xwe dua xwendin û dûre berê xwe dan qada Newrozê.   JIN, ZAROK, KAL Û PÎR DIHERIKIN QADÊ   Jin bi cil û bergên xwe yên bi reng berê xwe dane qadê û li hin cihên girse kom bûyîn li ber dahol û erbaneyan ber bi qadê ve dimeşin. Xwendekarên dibistana navîn, lîsê û zanîngehê neçûn dibîstanên xwe û bi awayeke komî berê xwedan qada Newrozê. Ciwan bi berzkirina “Newroz pîroz be” ber bi qadê ve dimeşin û hin caran radiwestin û govendê digerînin.   QAD BI PANKARTAN TIJE KIRINE   Mîna her salê Qada Newrozê bi rengên kes, sor û zer hatine tije kirin û xemilandin. Pankartên bi zimanê cûda yên “Newroz pîroz be” bi qadêve hatin daliqadin. Cardin pankartên “Vîna gel nayê dizîn,” “Ev wiha naçe jin destûr nadin” û “Dê faşîzm winda bike, gel qezenc bike” bi qadêve hatin daliqadin.    BI OCALAN Û EFRÎNÊ KETIN QADÊ   Li Qada Newrozê ewlekariyek zêde heye û polîsan bi koçikên bêhna bombeyan dikin di qadê de lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerîna qadê bi dawî bû ji 5 aliyan ve gel ket qadê.  Ligel polîsan Komîteya Amadekar  a Newrozê ji hezar kesî zêdetir erkdar kirî li qadê erk abi cih tînin. Bi hinceta lêgerînê saet 09.30 destûr hat dayîn gel bikeve qadê. Destpêkê jin û xwendekar ketin qadê. Girseya ku ket qadê dirûşmên  “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Efrînê” berz kirn.  Her ku diçe girseya li qadê zêdetir dibe.    Komîteya Amadekar bi destpêkirina pîrozbahiyê re dê daxuyanî bide. Bernameya pîrozbahiya Newrozê wihaye: Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk dê axaftinekê bike, Agirê Newrozê dê bê pêxistin, Xêro Abbas dê konser bide, nûnerên DDKD, OSP û HAK-PAR  û Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, konseya Bandîsta, Platforma Sûrê û Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk dê bi axivin û dûre Helîmê Omerî dê derbikev ser dike.