Gelê Rojhilat ji şevê din ve agirê Newrozê pêxist 2018-03-21 10:26:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rojhilatê Kurdistanê îsal li gelek bajar û navçeyan bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Efrîn’ û ‘Faşîst Erdogan’ Newroz hatê pîrozkirin. Şevê din li bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê weke hersal îsal jî bi coşek mezin Newroz hat pîrozkirin. Îsal Newroz bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrîn" û "Faşîst Erdogan" agirê Newrozê hate pêxistin û hate pîrozkirin. Gelê Rojhilatê Kurdistanê li gelek navendan bi girseyî û coşek mezin Newroz pîroz kir. Li bajarê Merîwan, Bane, Serdeşt, Sine, Seqiz, Pîranşar û navçeyên Dizlî, Bêwran û gundên Merîwan, Giwêzekêr, Sêsîr, Yengîce û gelek deverên din arê Newrozê hate pêxistin. Li bajarên din ên Îlam, Xurasan, Mako, Qutiwre jî Newroz pîroz kirin û piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa Rojava û Efrînê ragihandin. Di pîrozbahiyan de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrîn", "Faşîst Erdogan" û "Bijî Newroz" hat berz kirin.