Polîsan rojnameger Esra Solîn Dal binçav kirin 2018-03-21 08:56:34 AMED - Nûçegihana me Esra Solîn Dal bi hinceta derbarê wê de “Îxbar heye” di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Li navçeya Rezan a Amedê, polîsan di saetên şevê de bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal de girtin û bi hinceta derbarê wê de “Îxbar heye” binçav kirin. Polîsan dest danîn ser kamereya Dal û ew birin Şaxa Midûryeta TEM’ê ya Amedê.