TSK'ê gundên Kobaniyê gulebaran kir 2018-03-20 21:12:31   NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî ku li Kobaniyê agirê Newrozê hat vêxistin, TSK'ê gule reşandin gundên Siftekê û Ziravê.    Hat diyarkirin ku danê êvarî piştî ku li gundên Siftekê û Ziravê yên Kobaniyê agirê Newrozê hat vêxistin, Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) gule reşandina van gundan. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) TSk bi doçkayan êrîşî van gundên navborî kiriye.