HDP: 365 roj di ser kuştina Kurkut re derbas bû çima doz bi encam nebû? 2018-03-20 16:51:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp, bi armanca Wezîrê dadê Abdulhamît Gul bibersivîne pirsname da meclîsê. Yigîtalp, diyar kir ku salek derbas bû lê hêj doz bi encam nebûye û daxwaza wan a girtina polîsê kujer Y.Ş. pêk nehatiye.  Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp, ji bo hesap ji kujerê Kemal Kurkut ê sala par di Newrozê de ji aliyê polîs Y.Ş. ve hat kuştin bê pirsîn pirsname da meclîsê. Yigîtalp xwest wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsnameyê bibersivîne. Xwendekarê Zanîngeha Înonu yê Zangoya Hunerên Xweşik dema xwest beşdarî Newroza par a 21'ê Adara 2017'an bibe, li Parka Newrozê ji aliyê polîs Y.Ş. ve hat kuştin. Lê salek derbas bû hêj kujerê Kurkut polîs Y.Ş. nehatiye girtin û serbest tê darizandin. Parlamentera HDP'ê Sibel Yigîtalp têkildarî rewşa Kurkut de ji bo bersiivandinê pirsname da meclîsê û xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne.    Yigitlap, ev pirs pirsîn: "Lêpirsîna der barê kuştina Kemal Kurkut di çi astê de ye? Polîsê ku Kemal Kurkut kuşt hêj serbest te darizandin. Devî daxwaza girtinê dîsa serbest digere. Çima daxwwaza girtinê hat redkirin? Di ser kuştina Kemal Kurkut re 365 roj derbas bûn. Lê çima hêj lêpirsîn nehatiye bi encamkirin?