Qûrnefîl danîn cîhê ku Kurkut lê hat kuştin 2018-03-20 15:56:10 AMED - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û şandeya gel, çûn cihê Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê ya sala çûyî de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û qûrnefîl danîn.  Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, Parlamenterê Riha Osman Baydemîr, Parlamenterên Amedê Feleknas Uca û Sîbel Yîgîtalp, Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr û şandeya gel wan, çûn cihê Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê ya sala çûyî de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û qûrnefîl danîn cihê bûyerê. Buldan li cihê bûyerê axivî û got: “Mîna dayîka Kurkut jî gotî Kemal tim di hafizeya me de cih digire. Sibe gava em hatin qada Newrozê em ê Kemal jî bi xwe re bînin.”   Buldan, diyar kir ku hêzên dewletê gelek ciwanên kurd ên mîna Kemal Kurkut kuştin û wiha bilêv kir: “Kuştina Kemal kêlî bi kêlî wêneyên wê hatin kêşandin. Hêzên Ewlekariyê cesaret ji AKP û dewletê girin û ev yek kirin. Ji ber ku bûyerên wiha serwinda dibin û faîlên wan nayên darizandin. Polîsê ku Kemal kuşt, ligel ku li holê ye û hemû delîl li ber destane jî nehat cezakirin. Dewletê divê mijarê de tu tişt nekir.”   Piştî axaftinê şandeyê qûrnefîl danîn cihê Kurkut lê hat kuştin.