Herêma Serhedê sibe dê bi agirê Newrozê gerim bibe 2018-03-20 15:13:47 WAN - Amadekariyên pîrozbahiyên Newroza 9 bajarên Serhedê bi dawî bûn. Li bendê ye ku bi sedhezaran beşdarî pîrozbahiyên herêma Serhedê bibin, li dijî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dagirkeriya Efrînê peyamên girîng bidin.   Herêma Serhedê amadekariyên Newroza sibe ya bi şîara “Newroz berxwedane, li dijî faşîzmê bihara gelan” temam kirin. Nêzî 20 rojane li herêma Serhedê bê navber xebatên pîrozbahiyên Newrozê tên kirin û qadên Newrozê hatin amadekirin. Bi pêşengtiya HDP, DBP, KCD û TJA’yê li bajarên Wanê, Bedlîsê, Mûş, Idîr, Agirî, Colemêrg, Tetwan, Qers û Geverê dê Newroz bi heybetek mezin bê pîroz kirin. Xebatên belavokan ên li bajaran rastî eleqeyek mezin a gel hat. Komîteya Amadekar a Newrozê xebatên amadekariyê yên herî dawî yên ji bo sibe, li qadan berdewam dikin.