Konya û Eskîşehîr ji Newrozê re amade ne 2018-03-20 13:42:44 ENQERE - Konya û Eskîşehîr ji pîrozbahiyên Newroza sibe re amade ne. Li her du bajaran jî got vexwendin qadên Newrozê.  Amadekariyên pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adarê yên Konya û Eskîşehîrê bi dawî bûn. Hevserokê HDP’ê  yê Eskîlşehîrê Mehmet Aras, diyar kir ku ew ê Newrozê ji Fîdanlikê pîroz bikin û destûra pîrozbahiyên Newrozê girtin û bang gel kir ku beşdarî Newrozê bibin. Newroza Eskîşehîrê dê saet 14.00 destpê bike û heya saet 18.00’an bi dawî bibe.   ‘LI SALIPAZARA KONYA GEL DÊ NEWROZÊ PÎROZ BIKIN’   Amadekariyên Newroza Konya jî bi dawî bûn û Newroz dê saet 11.00’an li Salibazarê bê pîrozkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Idîrê Mehmet Emîn Adiyaman û endama Mecilsa HDP’ê Leman Kîraz beşdarî Newroza Konya bibin.