ROJEVA 20'Ê ADARA 2018'AN 2018-03-20 09:00:11 * Seroka Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû destnîşan kir ku Tirkiye tevî OSO’yê Efrînê dagir kiriye û got: “Erdogan dijminatiya kurdan kir û ket Efrînê. 20 milyon kurdên li welatê xwe mahf dike.”  *9 Newroz di salên 80’î de bi awayek îlegal dihat pîrozkirin, di salên 90’î de bû serhildan û di salên 2000’î de veguherîn Newroza Ocalan. Dê îsal jî pîrozbahiyên bi beşdariya milyonan bibe Newroza Efrînê.   *Li Şirnexê Halîl Îrmez ê di êrîşên pîrozbahiyên Newroza 1992’yan hevjînê xwe winda kir, bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û got: “Piştî min hevjînê xwe winda kir, baweriya min a têkoşîn û azadiyê zêdetir bû. Heya ku bedel neyên dayîn, jiyana azad pêk nayê.”   * Di ser kuştina Haci Zengîn ku di Newroza 2012’an a Stenbolê de di mudaxileya polîsan de mir, 6 sal derbas bûn lê belê heta niha tu geşedan rû nedane. Keça wî Parêzer Eylem Zengîn Ayata diyar kir ku wan sala çûyîn serî li AYM’ê daye, lê belê tu encam wernegirtine. Ayata got: “Ji bilî serîlêdana li DMME’yê tu rê nemaye.”    * Rêveberê HDP’a Stenbolê Veysel Seyîtvan ku ji Girtîgeha Sîlîvriyeyê derket, diyar kir ku li girtîgehê nasname li wan dihat ferzkirin û di 8’ê Adarê de dema wî ji bo danişînê dibirin leşkeran li edliyeyê ew derb kiriye.    * Cîhan Kûrkût, kekê Kemal Kûrkût ê ku sala çûyîn ji bo Newrozê hat Amedê û di noqteya lêgerînê de polîsan ew kuşt, bal kişand ser necazakirina bersûcan û got: “Polîsê ku Kemal kuşt, wê sibê di Newrozê de peywir dar be.”   * Serokê Giştî yê ODP’ê Alper Taş, diyar kir ku bi êrîşa Efrînê re Tirkiye der barê gelên herêmê de ber bi pêvajoyeke hîn kûrtir û veqetîner ve çûye û got: “Tirkiye dibêje qey min Efrînê bi dest xistiyeû bi ser ketime, lê qet jî rewş ne wisa ye.”    * Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Ataş ji bo Newroza ku dê sibê li Stenbolê bê pîrozkirin got: “Ji bo pêşeroja welat, ji bo demokrasiyê em herkesî vedixwînin qadên Newrozê.”    * Li Erzingan, Xarpêt û Çewligê amadekariyên ji bo Newrozê temam bûn. Hevserokên HDP’ê yên bajaran di 21’ê Adarê de gel vexwandin Newrozê.    * Şivekar Ataş ku li Girtîgeha Jina ya Tarsûsê girtiye, diyar kir ku ji ber protestokirina lêgerîna tazî tevî 12 hevalên xwe hatiye derbkirin û 4 rojan di hucreyên yekesi de hatine ragirtin. Ataş got ji ber şert û mercên nebaş ên hucreyê canê wan birîn bûye.    * Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk ji bo tevlîbûna Newrozê bang li gelê kurd kir û diyar kir ku rojeva Newrozê berxwedana Efrînê ye. Ozturk anî ziman ku gelê kurd dê bi hêrsa Efrînê qadên Newrozê tijî bike.    * Gelê Wan û Geverê yên di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin diyar kirin ku "Newroz Berxwedan e" û gotin "Roj roja berxewanê ye. Em dengê xwe li hemû cîhanê belav bikin."    * Hevseroka DBP’ê ya Mêrsînê Sedat Kalabay, diyar kir ku ji sala 1989’an û vir ve Newroza Mêrsînê tim hatiye qedexekirin, lê ligel vê yekê jî gel tim herikîn qadan û Newroza xwe pîroz kirin. Kalabay got ku ew ê li Qada Tirmilê agirê Newrozê ji bo Efrînê vêxin.    *Koma Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Avahiya HDP’ê ya Amedê cîvana xwe pêk bîne. (12.30)