Gelê Mexmûrê Newroz pîroz kirin 2018-03-19 17:37:46   MEXMÛR - Gelê Wargeha Penaberan a Mexmûrê Newrozê pêşwazî kir û got: "Efrîn wê bi serkeve û Erdogan têk biçe. Wê dagirker têk biçe."    Bi hezaran şêniyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li Navenda Çand û Hunerê Newroz pîroz kirin. Gelê Mexmûrê qada Newrozê bi posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên PKK, HPG-YJA Star, YPG-YPJ,KCK-KJK’ê xemiland. Posterê mezin yê berxwedêrê zîndana Amedê Mazlum Dogan rakirin. Ji derveyî şêniyên wargehê bi sedan mêhvanên ji herêmên cûda yên Başûrê Kurdistanê û parçeyên din yên Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Newroz bi dirûşma, "Bi rihê Newrozê, Berxwedanê bilind bikin, li Efrînê bi ser bikevîn" hate lidarxistin û diyarî berxwedana serdemê ya Efrînê hate kirin. Pîrozbahiya Newrozê bi deqîqeyek rêzgirtin ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir. Hevserokê Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûr Huseyn Kara axivî. Kara Newrozê di serî de li Ocalan û gelê berxwedêr yê Efrînê ku li dijî dagirkeran civak, xak û mirovahiyê diparêzin pîroz kir û got: “ Newroz berxwedane. Berê niha 2718 salan li dijî dagirkeriyê berxwedan dibin pêşengiya Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehakan bi pêxistina agirê Newrozê destpêkir û dagirkerî têkçû. Kara di berdewama axaftina xwede balkişand ser berxwedana gelê Kurd ya li dijî faşîzm û dagirkeriyê û diyar ir ku wê faşîzm u paşverûtî têk biçe. Em ji bo zarokên Efrînê gel, dîrok û xaknîgariya wê gelek xemgînin. Lê em ji bîr nekin dewleta faşîst ev zêdeyî 30 sale dibêje ezê Tevgera Azadiyê xilas bikim lê, diyar bûye ku her carê bixwe têkçûne.”   Hevserokê Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûr Huseyn Kara, diyar kir ku pêngava yekem a berxwedana Efrînê bi dawî bû û wiha got: "Bila Erdogan baş bizane wê dawiya wî ji ya Hîtler û Sedam cûdatir nebe. Teqez serkeftin ya Tevgera Azadiyê û gelê Kurde. Yê ku hilweşe wê Erdogan û hevalbendên wan be.” Gel piştî axaftina hevserokê Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûr Huseyn Kara Agirê Newrozê pêxist û piştre Koma Zagros derket ser dike û bi stranên berxwedan û têkoşîne berdewam kir. Piştre bi rêzê Hunermend Arhat, Koma Govendê, Koma Penaber û Koma Cûdî derketin ser dikê.