'Gotina me ya li dijî dewletên otokratîk: Jin jiyan azadî' 2022-10-01 20:24:59   ÎZMÎR - Platforma Jinê ya Îzmîrê ku qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê şermezar kir got: "Li Îranê, li Tirkiyeyê û li cîhanê gotina me ya li hemberî dewletên otokratîk ên faşîst: Jin, jiyan, azadî ye."    Platforma Jinê ya Îzmîrê, li ber Îskeleya Konakê qetilkirina Jîna Mahsa Amîniyê ya ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta "Li Îranê, li Tirkiyeyê, li her derî azadî" hat vekirin û wêneyên Amîniyê hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de tim dirûşmeyaên "Jin jiyan azadî", "Jinên îranî ne bi tenê ne", "Bijî piştevaniya jinan" û "Zeng, zendegî, azadî" hatin berzkirin. Jinên îzmîrî jî tevlî daxuyaniyê bûn. Beriya daxuyaniyê jineke îranî bi dansê polîtîkayên çewisîner ên Îranê şermezar kirin.    Li ser navê platformê Nûray Ozturk axivî. Ozturkê anî ziman ku berxwedana jinên îranî ya piştî qetilkirina Amîniyê dest pê kir pêl bi pêl belav dibe. Ozturkê destnîşan kir ku Ji Îranê heya Tirkiyeyê li dijî rejîmên otokratîk ên faşîst ên bedenên wan û jiyana wan hedef digire serîhildana xwe ya wekhevî û azadiyê mezin kirine û got: "Li Îranê, li Tirkiyeyê û li cîhanê gotina me ya li hemberî dewletên otokratîk ên faşîst: Jin, jiyan, azadî ye."    Piştî daxuyaniyê jinan porê xwe jê kir û rejîma Îranê protesto kirin.