Aqûbeta Tekîn ê JÎTEM'ê ew kuştibû hat pirsîn 2022-10-01 15:27:31   STENBOL - Dayikên Şemiyê, aqûbeta Duzgun Tekîn ku beriya 27 salan ji aliyê JÎTEM'ê ve bi îşkenceyê hatibû kuştin pirsîn û xwest ku faîlên wî bên aşkerakirin.    Dayikên Şemiyê, di hefteya  914'emîn de çalakiya xwe ya bi daxwaza winda bên dîtin û faîlên wan bê darizandin bi awayekî online pêk anîn. Di çalakiya vê hefteyê de Dayikên Şemiyê aqûbeta Duzgun Tekîn (21) ku bi nasnameya xwe ya sosyalîst dihat nasîn û beriya 27 salan li Stenbolê ji aliyê JÎTEM'ê ve bi îşkenceyê hatibû kuştin pirsîn. Daxuyaniya ku ji bo çalakiyê hatibû amedekirin ji aliyê aktîvîsta şemiyê parêzer Ummuhan Kaya ve hat xwendin.   Kaya, diyar kir ku sersariya rayedaran a li hemberî êşên giran ên xizmên windayan ên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de tên jiyîn, rêbazeke îşkenceyê ye û gotina "Ev sûc e" bi kar anî. Kaya ku çîroka Duzgun Tekîn ê 27 sal berê winda bûye vegot, destpêkê gotina dayika wî Elîf tekîn ya: “Kurê min tu li ku yî? Ez tevlî Dayikên Şemiyê bûm ku te bibînim. Ez bêbersiv im, ez bê rêber im" bi bîr xist.   'CAREKE DIN  AGAHÎ JÊ NEGIRT'   Kaya, diyar kir ku dema windabûna xwe Tekîn ji bo sendîkayîbûnê têkoşiyaye û anî ziman ku wî ji malbata xwe re gotiye ku timik ji aliyê polîsan ve tê şopandin. Kaya, anî ziman ku Tekîn plaqeya wesayîta ku li pey wî digeriya ji malê re ragihandiye û  diyar kir ku kesên bi cil û bergan cuda hertim li ber mala wî bûne. Kaya, derbarê Tekîn de ev tişt got: "Duzgûn Tekîn di 21’ê Cotmeha 1995’an de ji mala xizmê xwe yê li Stenbolê li semta Guneşlî li taxa Evrenê dima ji bo biçe cihê karê xwe yê li Bayrampaşayê derketiye û careke din agahî jê nehatiye girtin. Piştî wê rojê otomobîla ku li ber malê li bendê bû, careke din nehatiye."   Kaya, herî dawî bi lêv kir ku bavê Tekîn Velî Tekîn hewl daye hestiyên kurê xwe bibîne lê bêyî ku bibîne jiyana xwe ji dest daye û dayika wî Elîf jî hîna li benda dîtina kurê xwe ye.