Li dijî komploya navneteweyî banga 'Meşa Azadiyê' hat kirin 2022-10-01 14:13:07   ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên Îzmîrê, ji bo "Meşa Azadiyê" ku di 24'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê kirin de bang kirin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Winda Kirine ya Anatoliyê(ANYAKAY-DER), Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Egeyê (EGE-TUHAYDER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DIAYDER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta (AVESTA ZIMAN) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), ji bo 24'emîn salvegera komploya navneteweyî ya di 9'ê cotmeha 1998'an de bi derketina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê civîneke çapemeniyê li dar xistin.      'OCALAN TALÛKEYÊ VALA DERXIST'   Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li civînê bûn. Di civînê de hat ragihandin ku wê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî bi şîara "Em dimeşin Azadiyê" di 9'ê cotmehê de saet di 15.00'an de li Qada Basmaneyê meşeke girseyîi bê lidarxistin. Di civînê de rêvebera EGE-TUHAYDER'ê Leyla Kaygisiz, daxuyaniya hevpar da û diyar kir ku bi tecrîda mutlaq a li Îmraliyê tê meşandin peşeroja hevpar a gelan hedef tê girtin û wiha got: "Li dijîi vê birêz Ocalan bi helwesta xwe ya li Îmraliyê û bi paradîgmaya çareseriya demokratîk a ku pêşxistibû, ev hewldana qirêj û xetere ya ku bi komployekê hatibû hedefgirtin pûç kir. Îspat kiriye ku gelên Tirkiyeyê dikarin bi aştî, demokrasî û diyalogê rizgar bibin."   Di berdewamê de Kaygisiz, destnîşan kir ku li Îmraliyê civak tê tecrîdkirin û di neçareseriyê de tê israrkirin û ji bo "Meşa Azadiyê" ku wê di 9'ê cotmehê de li Qada Basmaneyê bê kirin banga tevlîbûnê kir.     Civîn bi dûrişmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî” ve “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.