Nisêbîn dê Newrozê li Parka Cegerxwîn pîroz bikin 2018-03-19 16:30:00 MÊNDÎN - Gelê Nisêbînê dê îsal Newrozê li Parka Cegerxwîn pîroz bikin. Rêveberên HDP û DBP’ê ji bo tevlêbûna Newrozê belavok belav kirin û xwestin bi Rihê Efrînê tev li Newrozê bibin.  Gelê Nisêbinê dê piştî 2 salan îsal Newrozê li Parka Cegerxwîn a taxa 8'ê Adraê pîroz bikin. Komîteya Amadekar û rêveberên HDP û DBP'ê ji bo Newrozê di 21'ê Adarê de bi tevlêbûnek mezin Pîroz bikin belavokan belav dikin û banga tevlebûnê dikin. Newroz dê li Parka Cegerxwîn saet di 10.00’ê 21'ê Adarê de bê pîrozkirin. Endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyê li welatiyan û esnafan belavok belav kirin û banga tevlêbûnê kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Mêrsînê Ali Atalan û rêveberên HDP'ê li esnafan belavok belav kirin û xwestin bi coşa agirê Newrozê tev li pîrozbahiya Newrozê bibin.