Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû 2022-09-30 23:36:47     WAN – Mîhrîcana ŞanoWanê bi dawî bû. Şanoger bi kevala ku wêneyê Jîna Mahsa Amîniyê li ser hatin ser dikê.    Mîhrîcana Şanoyê ya 3'yan a ji aliyê koma ŞanoWan'ê ve di 23'yê Îlonê de bi dirûşmeya "Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê" hat lidarxistin bi lîstika “Haylo Dîsa Tevlîhev Bû” bi dawî bû. Lîstika nivîskarê fransî Claude Magnier a ji aliyê Dilawer Zeraq ve li kurdî hat qulibandin û derhêneriya wê Nazmî Kahraman kir rastî eleqeyeke mezin hat.    Di dawiya lîstikê de şanoger derketin ser dikê. Şanoger bi kevala ku wêneyê Jîna Mahsa Amîniyê li ser hatin ser dikê. Lîstikvana ŞanoWanê Perînaz Delazy malavayiya hemû kesên keda wan di mîhrîcanê de kir û got: "Em vê mîhrîcana xwe diyarî Mahsa Amîniyê dikin."   Di dawiya lîstikê de girseyê dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kir.