Li Belûcîstanê 36 kes hatine kuştin 2022-09-30 23:30:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Zahîdanê yê navenda Sîstanê û Belûcistanê jin û zarok jî di nav de herî kêm 36 kes hatine kuştin.    Li Rojhilat û Îranê îro jî xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî kuştina jina kurd Jîna Mahsa Amîniyê berdewam kir. Bi taybet li Zehîdan a navenda herêma Sîstan û Belûcistanê gel li qadan bû.    Li gorî nûçeya Rojnewsê li Zahîdanê hêzên Îranê rasterast xwepêşander gulebaran kirine. Tê gotin ku li Zahîdanê jin û zarok jî di nav de herî kêm 36 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û herî kêm 50 kes jî birîndar bûne.   Li Zahîdanê ku xetên înternetê hatine birîn hêzek zêde ya eskerî hatiye bicih kirin û ji gelek cihan dûman bilind dibe.   Her wiha kanala Kolbernewsê ragihand ku piştî komkujiya îro ya li Sîstan û Belûcistanê, Fermandarê Îtlaetê yê Artêşa Îranê yê bi navê Elî Musewî ji aliyê ‘Ciwanên Şoreşger’ ve hatiye kuştin.