Li Nîgde û Amedê qetilkirina jinan 2022-09-30 20:54:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nîgdeyê Mehmet Buyuksaraç, Kîraz Buyuksaraçê qetilkirin û li Amedê jî Emrah Başegmezê ku Esma Başegmezê qetil kiribû, 3 meh bi şûn de hat girtin.    Li Nîgdeyê Mehmet Buyuksaraç, Kîraz Buyuksaraçê ku dixwest dest ji wî berde qetil kir. Tenduristkarên hatin cihê bûyerê Buyuksaraçê bi ambulansê rakirina Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Zanîngeha Omer Halîsdemîr. Buyuksaraç li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Mehmet Buyuksaraç jî piştî bûyerê hat binçavkirin û paşê hat girtin.    AMED   Li Amedê jî Emrah Başegmezê ku 3 meh berê Esma Başegmez a 27 salî ya dest ji wî derdabû qetil kiribû îro hat zevtkirin û girtin.