'Em ê nehêlin hûn kiryarên Gulîstan Dokûyê biparêzin' 2022-09-30 19:21:36   DERSIM - Platforma Jinê ya Dersimê li Jara Gola Çetûyê têkildarî aqûbeta Gulîstan Dokûyê daxuyanî da û got: "Em ê nehêlin hûn kiryarên biparêzin, em ê hesab bipirsin!"   Ji 5'ê Çileya 2020'ê heya niha tu xeber ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokûyê nayê girtin. Platforma Jinan a Dersimê, di roja hezarî ay windabûna Dokûyê de li Jara Gola Çetûyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "Gulîstan Dokû 1000 roj in winda ye" hat vekirin. Li ser navê platformê Eylul Yantemûr axivî. Yantemûr anî ziman ku di dosyeya Dokûyê de ku hezar roj in winda ye tu pêşketin tune ye. Yantemûr da zanîn ku heya niha tenê îfadeya tekane gumanbarê dosyeyê Zaynal Abarakov hatiye girtin û got: "Lê dosye hê jî wekî roja ewil e û tu pêşketin tune ye."   Yantemûrê bilêv kir ku hemû hewldanên malbatê yên ji bo hevdîtina bi rayedaran bêencam mane û sozên hatine dayîn nehatine cî.     Yantemûr di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku ew jin dê li dijî van polîtîkayên tunekirinê têkoşîna xwe ya birêxistinkirî xurttir bikin û bûyerên bi vî rengî bişopînin. Yantemûr wiha got: "Me roja ku Gulîstan winda bûbû gotibû em ê vê bûyerê bişopînin û heya Gulîstan neyê dîtin em ê dest jê bernedin. Em careke din vê soza xwe dubare dikin. Em ê nehêlin hûn kiryarên biparêzin, em ê hesab bipirsin!"   Piştî daxuyaniyê jinan wêneyên Gulîstan Dokûyê û pankarta di destê xwe de bi Pira Mamekiyê ve daliqandin û dawî li çalakiya xwe anîn.