Li Gundikêmelê şahiya jinan 2022-09-30 17:18:24   ŞIRNEX - Şaredariya Bajaroka Gundikêmelê şahiya jinan li dar xist.    Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajaroka Gundikêmelê ya Şirnexê li Kaniya Sar a bajarokê şahiyeke jinan li dar xist. Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan, Hevşaredara Yenîşehîr a Amedê Belgîn Dîken, Hevşaredara Pîranê ya Amedê Yasemîn Uçer, Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, Hevşaredara Bîsmîlê Gulşen Ozer û Hevşaredara Sîlopiyayê Adalet Fîdan û gelek jin tevlî şahiyê bûn. Jin bi kincên xwe yên kurdî tevlî şahiyê bûn.    Di şahiyê de dirûşmeya ”Jin jiyan azadî” hat birêzkirin.    Di destpêka şahiyê de Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag axivî. Akdagê diyar kir ku pêwîst e ku jin di her kêliya jiyanê de xwedî li çanda xwe derkevin û wiha got: ”Pergal dixwaze em çanda xwe û zimanê xwe jibîr bikin û nedin jiyîn. Ji ber wê jî em dizanin ku çanda me hûnera me, dar û daristanên me û hemû nirxên gelê kurd qasî ku jin hebin nayên jibîr kirin. Em dizanin ku jin bi hêz e. Em baş dizanin ku dê jin heta dawiyê çanda li gorî çanda xwe tevbigere. Bi salane bi taybetî li Kurdistanê jin tên qirkirin. Ev jî di encama polîtîkayên taybet de pêk tê. Em dixwazin ku dayikên me xwedî li çanda xwe, zimanê xwe û zarokên xwe derkevin.”   Piştre jinan li ber kilaman bi teşiyê gora rêsandin.   Di şahiyê de dîwana dengbêjên jin hat çêkirin. Jinan di dîwanê de li ber klaman bi conî danqut çêkir. Danqutê ku hat çêkirin li jinan hat belavkirin.   Bername bi klamên jinan û govendgerandinê bi dawî bû.