Jinên di girtîgehê de ji bo Jîna porê xwe birîn 2022-09-30 16:40:27   STENBOL - Jinên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tên ragirtin ji bo qetilkirina Jîna Mahsa Amînî şermezar bikin porê xwe birîn.    Jinên di qawişa B-6 a Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tên ragirtin, ji bo Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê “polîsên exlakê” yên Îranê ve hate qetilkirin porê xwe birîn. Jinên ku ji bo piştevaniyê porê xwe birîn, berxwedana jinan a belavî cîhanê bû silav kir.    Jinan, porê xwe dan jinên ku di hevdîtina vekirî de çûne hevdîtina wan.