Rûsyayê 4 herêmên Ûkraynayê ‘îlheq’ kir 2022-09-30 15:59:37 NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin 4 herêmên xaka Ûkraynayê ku ji sedî 15’ê xaka Ûkraynayê digire, girêdayî Rûsyayê kir.    Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Putin bajarên Luhansk, Donetsk, Zaporijya û Herson’ê ku teqabûlî ji sedî 15'ê xaka Ûkraynayê dike, girêdayî Rûsyayê kir. Putin, diyar kir ku li her 4 herêmên navborî referandûm hatiye kirin û wiha got: “Di van referandûmê de gelê herêmê got ‘erê.’ Luhansk, Donetsk, Zaporijya û Herson tercîha xwe kir. Kesên li van herêman bûn hemwelatiyên Rûsyayê.”