Banga Newrozê: Her der Efrîn her der berxwedan 2018-03-19 15:02:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek navendan dê di 21'ê Adarê de Newroz ji aliyê sedhezaran ve bê pîrozkirin. Komîteyên Amadekar ên Newrozê û saziyên civakî bang li her kesî kirin û xwestin bi Ruhê Berxwedana Efrînê Newrozê pîroz bikin.  Komîteyên Amadekar yên Enqere, Mêrsîn, Edene, Îzmir, Cizîr, Nisêbin, Tekîrdag yên Newrozê ji bo tevlêbûna Newrozê ya di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin civîna çapemeniyê pêk anîn.  Komîteyan xwestin her kes bi Ruhê berxwedana Efrînê tev li pîrozbahiya Newrozê  bibin.   ENQERE    Partiyên çep û sosyalîst yên li Enqereyê û rêxistinên kedê. li Nûnertiya DÎSK'ê ya Enqereyê  der barê Newrozê de civîna çapemeniyê pêk anî. Nûnerên rêxistin û partiyan xwestin her kes di 21'ê Adarê de li Qada Kolejê tev li mîtînga Newrozê bibin. Nûnerên sazî û rêxistinan di civînê de pankarta "Ji bo parastina aştî, ked û jiyane, ji bo azadiyê Newroz Pîroz be" vekirin. Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Nur Aytemur, diyar kir ku di şertên OHAL'ê de dê Newroê pîroz bikin û xwest her kes bi wateyek mezintir û ruhê Efrînê tev li Newrozê bibin. Aytemur, anî ziman ku ew dê têkoşîna Newroz û 1'ê Gulanê bikin yek û xwest her kes di vê pêvajoyê de di nava serhildanê de be û wiha got: "Em dê di 21'ê Adarê saet di 13.00'an de li Qada Kolejê Newrozê pîroz bikin. Hemû gelê me dawetî ye û xwest her kes bi Ruhê Newrozê tev li pîrozbahiyê bibin.    ÇUKUROVA    Komîteya Amedekar ya Newrozê ya Mêrsîne jî diyar kir ku wan ji bo 21'ê Adarê serlêdan kiribûn. Komîteye anî ziman ku serlêdana wan hatiye qebûl kirin û destûra pîrozbahiyê girtine. Komîteyê anî ziman ku dê Newrozê li Qada Mîtingê ya Tirmil di 21'ê Adarê de pîroz bikin.    Li Edeneyê jî, hêzên ked û demokrasiyê dê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya di 21'ê Adarê de li Salona Şano ya Mimar Sinanê pêk bînin, li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê civîna çapememiyê pêk anî. Gelek nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî tev li civinê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Îlhan Ongör, diyar kir ku Newroz li dijî zilm û zordariya Dehaqan cejna aştî û biratiya gelan e û xxwest her kes bi ruhê Newrozê tev li pîrozbahiya ku li qada Mimar Sinan bibin.  Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş jî xwest her kes di 21'ê Adarê de ji bo piştgiriya Efrînê û li dijî dagirkeriya OSO tev li Newrozê bibin.    Komîteya Amadekar a Newroza  Edeneyê jî diyar kir ku destûra Newrozê ya di 21'ê Adarê de li Şanoya Servekirî ya Mimar Sinanê pêk bînin hatiye dayîn û xwest her kes di 21'ê Adarê de saet di 10.00-18.00'an de tev li Newrozê bibin.    ÎZMÎR    Hêzên ked û Demokrasiyê yên Îzmirê jî têkildari pîrozbahiya Newroza Îzmirê ya 21'ê Adarê ku li Qada Gundogdu bê pîrozkirin daxuyanî da. Civîn li Nûnertiya Herêma Ege ya DÎSK'ê hat lidar xistin. Li ser nave hêzên Ked u Demokrasiyê Berdevkê Demî yê Lîjneya Koordînasyona Bajar a TMMOB'ê Melih Yalçin, diyar kir ku çend roj ji Newrozê re mane û wiha got: "Di van rojên ku em dikevin biharê û ji bo aştiyê amadekariyê dikin li Tirkiye hewa şer serdest e. Yançin, anî ziman ku ew dê li dijî şer ji bo aştî, biratî û edaletê li Qada Gundogdu bi coş û tevlêbûnek mezin Newrozê pîroz bikin. Yalçin, bang li her kesî kir ku jibo aştî, biratî, wekhevî demokrasî û azadiyê tev li Newrozê bibin.    CIZÎR    Komîteya Amadekar ya Newroza Cizîrê jî ji bo 21'ê Adarê Newrozê pîroz bike destûr girtin. Newroz dê di 21'ê Adarê de li hemberî Xaniyên TOKÎ Yên nû dê be pîrozkirin. Komîteya Amadekar a Newrozê li avahiya HDP'ê ya Cizîrê daxuyanî da û her kes dawetî pîrozbahiya Newrozê kir. Heserokê HDP'ê yê Cizîrê Ali Akdeniz, diyar kir ku xebatên wan ên qada Newrozê dest pê kiriye û xwest ji 7 salî heta 70 salî her kes tev li Newrozê bibin.    TEKÎDDAG   Rêxistina HDP'ê ya Tekirdagê jî dê di 21'ê Adarê de Newrozê li taxa Yeşiltepe ya Navçeya Ergene piroz bikin.      STENBOL   Li Stenbolê Newroz dê di 21'ê Adarê de li Bazara Gel a Bakirkoyê bi şîara  “Newroz Berxwedan e, Li Dijî Faşîzmê Bihara Gelan e" bê pirozkirin. Serlêdana ji bo pîrozbahiyê hat qebûl kirin û destûr girtin. Newroz Dê saet di 13.00-17.00'an de bi tevlêbûna sed hezaran bê pîrozkirin.    Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyiğit û Hevserkê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî dê beşdarî Newrozê bibin.