Lêpirsîna der barê avêtina ji helîkopterê de hê jî 'veşarî' ye 2022-09-29 09:00:31 WAN - Parêzer Baran Bîlîcî diyar kir ku di lêpirsîna der barê avêtina gundiyan ya ji helîkopterê de biryareke veşarî ya yekalî di dewrê de ye û got ku ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî ve li meclîsê eşkerekirina naveroka dosyeyê peyamek e.    Li navçeya Şax a Wanê Servet Tûrgût û Osman Şîban ji aliyê leşkerên ku derketibûn operasyonê ve hatibûn binçavkirin û paşê ji helîkopterê hatibûn avêtin. Piştî avaêtina ji helîkopterê bi demekê Tûrgût jiyana xwe ji dest dabû û Şîban jî bi giranî birîndar bûbû. Di vê bûyera navborî re 2 sal derbas bûne, lê belê lêpirsîn hê jî wekî xwe yê berê ye. Biryara veşarî ya li ser lêpirsînê 2 sal in didome. Li gel hemû belgeyên ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) ew eşkere kirin û îfadeyên şahidan jî pêvajoya hiqûqî nehatiye xebitandin. Parêzerê dozê Baran Bîlîcî wisa difikire ku ev doz jî dê wekî dozên din bi bêcezatiyê bi dawî bibe.  ‘PÊŞIYA HEQÎQETÊ TÊ GIRTIN'   Parêzer Bîlîcî bilêv kir ku qet nizanin bê ka der barê lêpirsînê de çi tê kirin û wiha got: "Biryara veşarî nahêle em xwe bigihînin dosyeyê. Me hevdîtin bi dozgerê dosyeyê re kiribû, lê ji me re tiştek negot. Em niha nizanin bê rewşa wê çi ye. Gava dozeke edlî an jî siyasî be dozger demildest lêpirsînê didin destpêkirin û ji bo cezakirinê îdianameyê ji dadgehê re dişînin. Lê du sal in ev dosye nehatiye vekirin. Ev jî nîşan dide ku naxwazin tiştên bebriçav derkevin holê û hincetek neheq didin ber me. Em baş dizanin ku dixwazin pêşiya heqîqetê bigirin. Di vê dosyeyê de delîl û îfadeyên şahidan hene. Heya niha daraz diviyabû serî li agahiyên şahidan bidana. Lê gava wext di ser re derbas bibe agahiyên şahidan jî bêbandor dibin. Gava dem di ser re derbas bibe ew agahî jî texrîb dibin."    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Bîlîcî destnîşan kir ku di dosyeyên der barê herêmê de gava kiryar hêzên ewlehiyê bin tim û tim polîtîkayeke bêcezatiyê di dewrê de ye û wiha domand: "Em di vê dosyeyê de jî bi polîtîkayeke wiha re rû bi rû ne. Berê digotin 'hesasiyeta têkoşîna li hemberî terorê' û ji bo rayedarên eskerî biryarên beraetê didan. Niha jî dixwazin vê dosyeyê bi derengî bixin û bi vî awayî biryarekê bidin. Ev yek, awayekî din ê bêcezatiyê ye ku datînin ber me. Hûrguliyên dosyeyê hemû diyar in û bi amûrên teknolojîk gelek tişt hatine tespîtkirin. Lê dîsa jî dosye nehatiye vekirin. Ev yek dibe cihê mexdûriyeteke mezin û bêbaweriya ji bo edaletê. Em parêzer ne xerîbê van tiştan e, lê gava dozger bi rehaveta 'pêvajo didome' tevbigere, ev nayê qebûlkirin."    'SOYLÛ EŞKERE KIR KU EW ALÎGIR E'   Her wiha Bîlîcî bal kişand ser axaftina Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî ku li meclisê kiribû û wêneyên têkildarî roja bûyerê nîşan dabûn. Bîlîcî wiha axivî: "Parêzer û malbat nikarin xwe bigihînin dosyeyê, lê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû naveroka dosyeyê parve dike. Ev yek jî, li gor me nîşan dide ku dê dosye bi awayekî neyînî bi dawî bibe. Ew belgeyên li meclîsê hatin eşkerekirin peyamek bûn. Peyamek wisa dan; 'Bila bê zanîn ku em li pişta vê dosyeyê ne.' Wezîrê Karên Navxweyî tim digot dîmen hene, lê me di dosyeya derbarê Osman Şîban de ku bi endamtiya rêxistin hatibû vekirin, dît ku tu dîmen tune ne. Ew daxuyanî bi temamî manîpulasyon bû û peyamek bû. Piştî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî em bawer nakin ku rayedarên eskeriyê bên darizandin."    BIRYAREKE YEKALÎ   Bi domdarî Bîlîcî diyar kir ku li holê biryareke veşarî ya yekalî heye û wiha pê de çû: "Ji bo çi em dibêjin yekalî? Ji lew re li aliyê din ê dosyeyê Wezareta Karên Navxweyî heye. Anku Wezîrê Karên Navxweyî diçe dosyeyê li meclisê eşkere dike, lê em aliyekî vê dosyeyê bi tu awayî nikarin xwe bigihînin vê dosyeyê. Mixabin ev biryara veşarî tenê me eleqedar dike."    Bîlîcî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewlet divê vekole û eşkere bike ku li wir çi qewimiye û ev tişt anî ziman: "Daraz jî divê bandorê ji tu kesî negire û bi vî awayî bûyerê vekole."