ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-29 09:00:00     * Parêzer Baran Bîlîcî diyar kir ku di lêpirsîna der barê avêtina gundiyan ya ji helîkopterê de biryareke veşarî ya yekalî di dewrê de ye û got ku ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî ve li meclisê eşkerekirina naveroka dosyeyê peyamek e.    * Endama Lijneya Koordînasyona DÎB'ê Nesteren Davûtoglû diyar kir ku deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo avakirina komareke demokratîk deklereasyoneke bi hêz e û got ku ev tifaq bijardeyeke sêyemîn a hêvîder e.   * Rojnameger Îbrahîm Êzidî diyar kir ku li Şengalê Tirkiye bi destê PDK'ê şerê taybet dide meşandin û wiha got: "PDK, vegera şengaliyan asteng dike û her wiha ciwanên ku di aliyê madî û exlaqî de qels in, sîxurtiyê li wan ferz dike."   * Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglû têkildarî miameleya xerab a li Semra Guzel a HDP’î hatiye kirin pêşnûmeyek dabû Meclisê lê pêşnûmeya wî lê hatibû vegerandin. Gergerlîoglû bertek nîşan da û wiha got: “Gelo ma li vî welatî qedexeye ku mirov bipirse bê ka Suleyman Soylu dê îstîfa bike yan na?”    * Li Amedê polîsê bi navê Serdat Gok kûçik berdabûn ser hevjînên hev Menîce û Sedat Yilmaz û birîndar kiribûn. Derheqê bûyerê de doz hatibû vekirin û biryara girtinê hatibû dayîn. Lê belê Midûriyeta Emniyetê ya Amedê xwe nagihîne Gok.    * Nivîskar Çetîn Lodî ku ji Dihê neçar ma ku koçî Êlihê bibe, di 29 salên pîşeya etariyê de 6 pirtûkên bi kurdî nivîsand.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 570’an de berdewam dike.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00)   * Doza Şîmonî Dîrîl ku piştî li Elkê windabûyî cenazeyê wê hatibû dîtin dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. (10.00-17.00)   * Doza cerdevan Şukru Akçay û birayên wî ku ji ber kuştina Mûsa Çelîk tên darizandin dê li Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê bê dîtin. (11.00)   *Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay dê li navenda giştî ya partiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan ên Amed û Îzmîrê dê bidome. (11.00)   * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, parlamenterên herêmê û rêveberên MEBYA-DER’ê dê biçin serdana malbata Hakan Arslan a li Qereyaziyê ku cenazeyê wî di tûrik de radestî bavê wî hatibûn kirin. (14.00)    * Meclisa Jinan a KESK’a Stenbolê dê têkildarî qetilkirina Jîna Amînî li pêşiya Konsolosxaneya Îranê daxuyaniyê bide. (18.30)