Hevkariya Tifaqa Kurdistanî: Êrişên Îranê dijminahiya Kurdistanê nîşan dide 2022-09-29 08:56:50 AMED - Hevkariya Tifaqa Kurdistanî li dijî êrişên Îranê yên li ser baregehên partiyên kurd nerazîbûn nîşan da û hat diyarkirin ku Îran li dijî gelê kurd dijminatiyê dike û li dijî êrişan banga yekitiya kurdan hat kirin û hat xwestin qada navnetewî jî li ber êrişan rabe.    Hevkariya Tifaqa Kurdistanê ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Azadî, Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd (DDKD) , Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK – Bakur) û Partiya Demokrata Kurdistanê -Tirkiye pêk tê têkildarî êrişên Îranê yên li ser baregehên partiyên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir û êriş şermezar kir.    Daxuyaniya Hevkarya Tifaqa Kurdistanî ya bi sernavê “Em êrişên rejîma Îranê şermezar dikin” wiha ye:    KUŞTINA JÎNA EMÎNΠ   “Li hemberî êrişan dem dema yekitî û tifaqa Kurdan e. Li bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê du hefte berê jina Kurd a bi navê Jîna Mehsa Emînî ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hate qetilkirin û di encama wê de bi pêşengiya jinan li gelek bajar û navçeyan çalakiyên sivîl û demokratîk hatin û tên lidarxistin. Rejîma Îranê dixwaze van xwepeşendanên sivîl û demokratîk bi rêbazên tundiyê, bi kuştin û girtinê tepeser bike. Ev çalakiyên ku jin pêşengiya wê dikin heta niha li dinyayê gelek deng vedaye û olan daye. Rejîma Îranê guh nade daxwaza azadiyê ya jinan û gelan û her roj zext û zora li ser çalakgeran zêdetir dike.   DIJMINATIYA LI DIJÎ KURD NÎŞAN DIDE   Rejîma Îranê li bajarên Başûrê Kurdistanê yên wek Pirdê, Koyê, Zirdigeze jî hin êrişên asmanî pêk anî û di encama van êrişan de bi dehan welatî hatin kuştin û birîndarkirin. Bajarên ku sivîl lê dijîn bûn armanca van êrişan û xisareke mezin a mirovî derket meydanê. Êrişên rejîma Îranê berî her tiştî hemû rêgez û pîvanên navneteweyî û mafê serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê binpê dike. Ev êriş dijminahiya rejîma Îranê ya li hemberî gele Kurd û Kurdistanê bi awayekî aşkera nîşan dide.   LI DIJÎ ÊRIŞAN BANGA YEKITIYÊ    Herêma me û cîhan her ku diçe ber bi gerînekeke şer û pevçûnê ve tê birin. Di encama vê berberiyê de her ku diçe aştî, ewlehî û aramiya herêmê di bin xetereyê de tê hiştin. Li aliyekî dewleta Îranê êrişî Herêma Kurdistanê dike, li aliyê din dewleta Tirk êrişî Başûr û Rojava dike. Li hemberî van êrişên dewletên herêmê ji her demê zêdetir pêdiviya gelê Kurd û gelên Kurdistanê bi yekitî, yekrêzî û tifaqê heye.   QADA NAVNETEWÎ BILA RÊ LI BER VAN ÊRIŞAN BIGIRE   Rejîma Îranê bi van êrişên xwe yên îro ve hem dixwaze pirên palpiştî, piştgirî û piştevaniyê yên di nava gelê Kurd û gelên herêmê de tê avakirin hilweşîne, hem jî aştî, aramî û îstîqrara herêmê xerab bike. Em wek Hevkariya Tifaqa Kurdistanê van êrişan bi tundî şermezar dikin. Divê demildest ev êriş bên rawestandin. Dîsa em bangî Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekgirtî, Yekîtîya Ereban û sazî û dezgehên navneteweyî dikin da ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û rê li ber van êrişan bigirin.   Em kesên ku di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dane ji malbatên wana re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”