KNK'ê êrişa Îranê şermezar kir: Li dijî êrişan helwesteke neteweyî divê 2022-09-28 23:18:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) êrişên dewleta Tirkiyeyê û rejima Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Li hember van êrîşan pêwîst e rawestan û helwestek neteweyî hebe."   Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), li ser êrişên hevwext ên Tirkiyeyê û Îranê yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK’ê xwest hemû hêzên kurdî li dijî êrişan yekgirtina xwe çêbikin û helwestek netewî nîşan bidin.   Daxuyaniya KNK’ê bi vî awayî ye:    “Ev çend roj in hêzên dewleta Îranê, deverên ser sînor yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin. Îro jî hêzên dewleta Îranê bombebarana xwe zêdetir kirin, gelek deverên Başûrê Kurdistanê ku nêzî navendên partîyên Rojhilatê Kurdistanê ne, bi tundî bombaran kirin. Di van êrîşan de dibistanek jî bûye amanca êrîşan. Êrîş heta niha jî berdewam in. Heta niha piraniya wan sivîl gelek şehîd û birîndar hene. Em ji malbatên şehîdan û ji gelê Kurdistanê re sersaxîyê, ji birindaran re şifayê dixwazin.   Her weha em weke KNK, êrîşkarîya dewleta Îranê şermezar dikin û dibêjin divê Îran êrîşên xwe rawestîne û bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bike.   Êrîşkarîya li ser Başûrê Kurdistanê tenê ne ji aliyê dewleta Îranê ve tê kirin. Ev serê dehan salan e dewleta tirkî, bi hemî hêzên xwe ve êrîşê Başûrê Kurdistanê dike û hinek herêman dagir dike. Niha jî rojane êrîşên dewleta tirkî berdewam in. Dewleta tirkî di van êrîşan de pîvanên şer, hiquq û exlaqê nas nake û çekên kîmyewî jî di nav de, hemî cure çekên qedexe jî bi kar tîne.   Êrîşên dewleta tirkî û dewleta Îranê ne tenê dijî hêzên çekdar yên Bakur yan jî yên Rojhilat in. Ev êrîş di heman demê de li dijî gelê Başûr in û dijî statu û deskeftên Başûrê Kurdistanê ne.   Li hember van êrîşan pêwîst e rawestan û helwestek neteweyî hebe. Pêwîst e di serî de Rêveberîya Herêma Kurdistanê û hemî hêzên Kurdistanî, hêzên xwe bikin yek û bi hev re li hember van êrîşan rawest in. Bi vê munasebetê em weke KNK, carek din bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin û dibêjin dem dema yekîtiyê ye, dem dema bi hev re rawestandina li hember hemî êrîşan û dagirkeriyê ye.   Her wiha em di serî de bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û hemî hêzên cîhanî û raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin û li hember êrîş û dagirkerîyê, piştgirîya gelê Kurdistanê bikin.   Bi vê munasbetê em careke din êrîşên dewleta tirkî û dewleta Îranê yên li ser gelê Kurdistanê şermezar dikin û li hember êrîş û dagirkerîyê banga xwe ya berxwedanê dubare dikin.”