Artêşa Îranê: Haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji êrişan hebû 2022-09-28 19:05:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îranê, daxuyand ku haya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê hebûye ku ew ê baregehên hêzên kurd bombeberan bikin.    Artêşa Îranê, têkildarî êrişa li hemberî herêma Zirgiwê û navçeya Koyê yên Herêma Kurdistana Federe de daxuyanî da. Artêşa Îranê daxuyand ku haya rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe jê hebûye ku ew ê vê êrişê bikin. Li gor nûçeya di Rojnewsê de Artêşa Îranê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku dê careke din êrişê bibin ser hêzên li herêmê.    ÊRIŞ DÊ BIDOMIN   Artêşa Îranê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Beriya êrişan me bang kiribû ku êrişên li ser hêzên me rawestînin. Êrişên îro hatin kirin, ji aliyê Fermandariya Yekîneyên Mihafizan a Hemze Seîd Şuheyda ve hatin kirin. Her wiha li Herêma Kurdistanê li hemberî van partiyan li deverên cuda bi mûşek û dronan êriş hatin kirin. Heta Hikûmeta Herêma Kurdistanê erka xwe pêk neyne, dê êrişên Artêşa Mihafizên Şoreşê yên Îranê bidomin."