Li gundê Cibriyê û Kizir jin civiyan: Pêdivî bêtir bi têkoşînê heye 2022-09-28 17:17:20 ŞIRNEX - Rêxistinên HDP’a Cizîrê û Silopiyayê derbarê êriş û polîtîkayên ku li ser jinan tên meşandin de bi jinan re civiyan.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê derbarê polîtîkayên pişaftin, qirkirin, tundî û êrîşên li ser jinan de li gundê Cibriyê yê girêdayî navçeya Cizîr ya Şirnexê civîn li dar xist. Di civînê de Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît axivî. Ecevît,bal kişand ser giringiya jinan û got: "Bi her awayî mafê jinan û keda wan tê tunekirine."   ‘DIVÊ EM TÊBIKOŞIN’   Pişt re Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayînî şûna wê hate kirin axivî. Kutlu, jî girîngiya rol û mîsyona jinan destnîşan kir û wiha axivî: "5 hezar sal beriya niha xwediyê jiyanê jin bûn. Lê ev ked û hebûna jin hatiye tunekirin. Jin bi her awayî hatiye perçekirin. Jinê bi her awayî xwe û civakê bi rêxistin kiriye. Mêr zilm dike û em jî dibêjîn ê ku jiyan bi rêxistin kirî jine. Îro jî dema ku em lê dinêrîn heger di malekê de jin nebe li wir jiyan nabe. Heta ku jinê civak bi rêxistin nekirî jiyana civakê nerûniştiye. Dema ku em behsa serdema Neolotîk dikin em rol û mîsyona jinan dibînin. Bi saya perspektîfên birêz Ocalan hin tişt derket holê. Îro hemû şaxên jiyanê bi rêxistin kiriye. Lê pergala kapîtalîzmê keda jinê diziye û ji xwe re kiriye nav. Ji ber vê divê em jin li her qadê bi rêxistinî li dijî van polîtîkayên tunehesibandinê, tunekirinê tebikoşin."   ‘TÊKOŞINA JIN LI HER DERÊ YE’   Pişt re Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag axivî. Akdag jî bi lêv kir ku bi polîtîkayên şer ê taybet tekoşîna jin tê hedef girtin û got: "Divê em jin hêza xwe bibînin. Encax hêza jinan dikare ku vê pergala desthilatdar bixîne.  Dixwazin ku di her qadê de jinên kurd bêqîmet bihêlin. Bi salane em rastî van polîtîkayan tên. Divê ku dayikên me, ciwanên me li dijî van polîtîkayan hişyar bin. Bi polîtîkayên şerên taybet bi her awayî êrîşî me kirine. Bi ser navê evînê pîsporên dewletê ciwanên me dixapînin, di hêla aboriyê de me lawaz dikin. Lê tekoşîna jinan li her derê ye. Divê em xwedî li tekoşîna xwe û nirxên xwe derkevin."   Civîn bi nêrîn û nirxandinên jinan bi dawî bû.   Her wiha Rêxistina HDP’ê ya Silopiyayê jî li Taxa Kizir ya Silopiyayê bi jinan re civiya. Di civînê de nirxandinên pêvajoyê hatin kirin. Bername bi nêrîn û pêşniyarên jinan bi dawî bû.