Nehiştin Komîteya Mafên Mirovan biçe serdana Girtîgeha Hewlêrê 2022-09-28 16:53:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Komîteya Mafên Mirovan a Herêma Federal a Kurdistanê Mûna Yaqû da zanîn ku xwestin biçin serdana Girtîgeha Hewlêrê lê hatine astengkirin.    Seroka Komîteya Mafên Mirovan a Herêma Federal a Kurdistanê Mûna Yaqû li pêşiya Girtîgeha Çaksazî Gewran a Hewlêrê daxuyaniyek da. Yaqû, da zanîn ku xwest ji bo lêkolînê biçe serdana girtîgehê lê belê destûr nehatiye dayîn. Yaqû, bi domdarî diyar kir ku wan xwest biçin serdana girtiyên cezayê îdamê lê hatiye birîn lê belê rayedarên girtîgehê destûr nedane.    Di berdewamê de Yaqû ev agahî parve kirin: “Beriya serdanê me agahî dan rêveberiya girtîgehê. Tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê destûr neda me û nehişt ku em bikevin hundirê girtîgehê. Em nizanin bê ka çima helwestekî bi vî rengî nîşan dan. Li gorî qanûnan, înîsiyatîfa Komîteya Mafên Mirovan heye ku biçe serdana girtîgehan. Kesek nikare pêşî li vê bigire.”