Li dijî îlankirina ‘Qada Sît a Xwezayî’ ya Gola Wanê doz vekirin 2022-09-28 16:34:00 WAN - Rêxistinên Sivîl ên Civakî bertek nîşanî tevlikirina Gola Wanê û derdora wê ya di çarçoveya “Qada Sît a Xwezayî” de dan û ji bo betalkirina biryarê doz vekirin.    Bi biryara ku di 21’ê tîrmehê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, bajarên Wan û Bedlîsê ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve weke "Qada Sît a Xwezayî û Bikaranîna Bi Kontrol” hate îlankirin. Yekîtiya Odeyên Akademîk a Wanê û Platforma Demokrasiyê, têkildarî doza ku li dijî biryara bi daxwaza kirariyên îdarî bên rawestandin vekiribûn li Eywna Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Wanê civîna çapemeniyê lidarxist.  Metna hevpar a bi îmzeya Baroya Wanê, Komeleya Pêşvebirin û Parastina Berhemên Dîrokî yên Hawirdorê (ÇEV-DER), Odeya Dermanfiroşan a Wan-Colemêrg-Bedlîsê, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Desteya Koordînasyonê ya Bajêr a Wanê (ÎKK) ya Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMOBB), Odeya Bijîşkên Diranan a Wanê, Odeya Muhasebevanên Serbest û Muşawirên Darayî ya Wanê (SMMMO), Platforma Şaxan a Konfederasyona Karmendên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê, ji aliyê Serokê Odeya Dermanfiroşan a Wanê û Berdevkê Yekîtiya Odeyên Akademîk a Wanê Fîkret Baransel ve hat xwendin.    GOLA WANÊ DI BIN GEFAN DE YE   Baransel, destnîşan kir ku Gola Wanê di encama îxmalên cidî de di bin gefan de ye û got: “Ji bo ku Gola Wanê bê parastin divê bergiriyên qanûnî yên cidî bên girtin. Bi taybetî jî derxistina Gola Wanê ya ji Qanûna Parastinê daxwaza me ya sereke ye û em ê di vê de israra xwe didomînin. Lê bi Biryarnameya Serokkomar ku di 21’ê tîrmehê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin, Gola Wanê weke "Qada Sît a Xwezayî û Bikaranîna Bi Kontrol” hate îlankirin. Ev behsa herêmên ku herî kêm parastina wan tê kirin dike. Bi vê rêziknameyê re pêşî li xebat û înşaetên di nava qada parastî de bên kirin nehatiye girtin û di raya giştî de jî di vê mijarê de feraseteke şaş hatiye afirandin.”   ‘DIVÊ SERERASTKIRINÊN SAMÎMÎ BÊN KIRIN’   Baransel da xuyakirin, ku ev herêmên beriya biryarnameyê girêdayî qanûna peravê bûn, bi rengekî hîn cidîtir hatine parastin û wiha domand: “Ji ber van hemû sedeman, weke pêkhateyên Yekîtiya Odeyên Akademîk ên Wanê û Platforma Demokrasiyê, ji bo betalkirina biryarê îro serî li darazê hate dayîn. Bi pêvajoya darazê ku me ji îro pê ve dest pê kiriye, em bawer dikin ku rêziknameya têkildar a ku ji bo Gola Wanê talokeyeke mezin çêdike, rê li ber turîzm, tesîsên sanayiyê û înşaetê vedike û ev jî di warê haziriyê de li şûna parastinê wê bibe sedema hilweşandina wê, divê were betalkirin. Gola Wanê weke qadên hesas bên parastin an jî qadên parastinê yên kalîfîye teqez bên parastin jî, em dibêjin ku divê şaşîtiya di rêziknameyê de ku rê li ber înşaetê vekiriye di zûtirîn demê de bê terikandin û ji bo parastina Gola Wanê sererastkirinên qanûnî yên samîmî bên kirin.”