Li Çiyayê Bagokê li dijî kesên dar dibirîn êriş hat kirin: Kesek mir 2022-09-28 16:33:18 MÊRDÎN - Li Çiyayê Bagokê li dijî kesên dar dibirîn êriş hat kirin û di encamê de kesek hat kuştin. Piştî êrişê, li herêmê operasyona leşkerî hat destpêkirin.    Li Taxa Xarabalê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li dijî kesên li herêmê dar dibirîn, êriş hat kirin. Di encama êrişê de kesek jê giran bi giştî 3 kes birîndar bûn. Ji birîndarên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyatê yek jê mir. Nehat zanîn bê ka êriş ji hêla kê ve hatiye kirin.   Piştî êrişê jî li herêmê operasyona leşkerî hat destpêkirin.