AFP'ê wêneyên talankirina Efrînê parve kirin 2018-03-19 10:33:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçeyan a Fransa AFP bi wêneyan nîşan da ku hêzên OSO-El Qaide û Tirkiye li Efrînê çawa mal û milkên welatiyan tayan dike nîşan da.  Ajansa Nûçeyan a Fransayê AFP’ê, wêneyên talankirina Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO yên li Efrînê ji aboneyên xwere servîs kir. Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê jî, diyar kir ku hêzên Tirk û çeteyên wê piştî ketin Efrînê hemû amûrên sivîlan, avahiyên siyasî û leşkerî û dikanên bajêr talan kirin. Nûçegihanên herêmê yên AFP’ê, anîn ziman ku çeteyên dibin navê OSO de ketin Efrînê hemû xûrek, bizin, betanî û motosikletên herêmê talan kirin û bi pîqab û traktoran ji bajêr derxistin. Welatiyekê bajêr jî agahî da AFP’ê û got: “Çeteyan hemû wesayît dizîn, mal û dikan talan kirin.”   Di wêneyan de jî xuya dike ku TSK û komên hevkarên wê OSO çawan mal û dikanên sivîlên Efrînê talan dike.