‘Botan dê wekî Dîcleyê biherike qada Newrozê’ 2018-03-19 10:26:45 ŞIRNEX – Siyasetmedarên li Cizîrê amadekariya Newrozê dikin banga beşdariya Newroza Cizîrê li gelê Botanê kirin û wiha gotin: “Beşdariya pîrozbahiya Newrozê bersiva êrîşên li ser gelê Botanê ye. Dîcle çawa diherike, gelê Botanê jî bi heman rengê dê biherike qada Newrozê.” Dema behsa Newrozê tê kirin, yekem cihê ku tê bîra mirov Cizîra Botan û ew dîmenên wê yên pîrozbahiya Newroza 1992’an e. 26 sal bi ser pîrozbahiya bixwîn a Newroza Cizîrê re derbas bû, her sal bi girseyî Newrozê pîroz dike. Li gel hemû kuştin, êrîş û astengiyên Newrozên li Cizîrê, gel bi her awayî agirê Newrozê vêxist. Îsal jî gelê Botanê bi şîara “Newroz berxwedan e, li dijî faşîzmê bihara gelan e” xwe ji bo Newrozê di 21’ê Adarê de li navçeya Cizîrê bê pîrozkirin amade dike. Siyasetmedarên di Komîteya Amedakar a Newrozê de cih digirin banga beşdariya Newrozê li xelkê Botanê kirin.    ‘NEWROZA CIZÎRÊ JI ÊRÎŞAN RE BERSIV E’   Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê û Hevserokê DBP’ê ya Şirnexê Yakup Barkin da zanîn ku xebatên wan ên heremê ber bi dawî bûnê ve diçe û bi rojane mal bi mal gelê Botanê vedixwînin Newroza Cizîrê. Barkin anî ziman ku Cizîr kelha berxwedanê ye û wiha got: “Gelê Botanê ji bo Newrozê gelek berdelên giran daye. Ji ber vê yekê Newroza Cizîrê ji êrîşên bi salan re bersiv e. Divê gelê Botanê bi beşdariyek herî xurt biherike qada Newrozê û bersiva xwe bide.”   ‘AGIRÊ KAWA DÊ BIBE MIZGINIYA AZADIYA GELÊ KURD’   Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Resul Sadak jî bal kişand ser giringiya Newrozê ya ji bo gelên Rojhilata Navîn pîroz e û got: “Gelê kurd jî Newrozê wekî cejna azadiyê pîroz dike.” Sadak destnîşan kir ku girîngiya Newrozê ji bo gelê Botanê xwedî cihek xwe girîng û taybet heye û wiha domand: “Agirê Kawa mizginiya azadiyê anî Rojhilata Navîn. Ev agir dê bibe mizginiya azadiya gelê kurd. Dîcle çawa diherike, gelê Botanê jî dê bi heman rengê biherike qada Newrozê. Ji ber ku gelê Botanê ji sala 1991’an ve berdelên giran ên Newrozê daye. Gelê Botanê dê li qada Newrozê hebûna xwe, zimanê xwe û çanda xwe nîşan bide.”   Sadak bibîr xist ku di “qedexeya derketina kolanan” ên li herêmê hatin îlankirin gelek kesan jiyana xwe ji dest da û ev tişt got: “Gelê Botanê li dijî êrîşan dê biherike qada Newrozê. Gelê Botanê dê li Cizîrê yekitiya xwe nîşanî cîhanê bide.”   ‘DIVE JINÊN BOTANÊ AZADIYA XWE QÎR BIKIN’   Endamê Meclîsa Jinan a HDP’ê Ozlem Kutlu jî ku bi rojane ji bo Newrozê xebatan dimeşîne bibîr xist ku herêma Botanê êşên giran derbas kirine. Kutlu banga beşdariya Newrozê li jinan û cîwanan kir û wiha got: “Newroza Cizîrê girîng û dîrokî ye. Ji ber ku êrîş li ser hemû qadên jiyana gelê Botanê heye. Gelê Botanê li dijî hemû êrîşan jî riya jiyanek azad û demokratîk hilbijartiye. Bi taybetî jî divê jin bi reng û xemla xwe û bi tilîliyên xwe qada Newrozê tije bikin. Pêwîste jinên Botanê roja Newrozê azadiya xwe qîr bikin.”    MA / Ozgur Paksoy