Dayikên Cizîrî: Em biherikin Newroza Cizîra Botanê 2018-03-19 10:09:22 ŞIRNEX - Dayikên Cizîrî yên zarokên wan di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku divê îsal kes li malên xwe rûnenên û her kes biherikin qada Newroza Cizîra Botan. Dayikan xwest gelê Sîlopiya, Hezex û Şirnexê biherikin Cizîrê.  Dayikên Cizîrî yên zarokên wan di qedexeyên Cizîrê yên navbera 14'ê Kanûna 2015'an heta 2'ê Adara 2016'an de di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan, banga tevlêbûna Newrozê kirin. Bi taybetî dayikên ku zarokên wan di jêrzemînên li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan bang li her kesî kirin ku di 21'ê Adarê de kes li malên xwe rûnenên û her kes beşdarî Newrozê bibin.   DAYIK ESMER TUNÇ: KES LI MALÊN XWE RÛNENÊN   Dayika Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç Esmer Tunç, diyar kir ku Newroz agirê di dilê dayikên kurdan de her dem geş e û wiha got: “Newroz deriyê ku li Aramiye vedibe ye. Li hemu gelê kurd pîroz be. Em bang li her kesî dikin ku roja Newrozê tu kes li malên xwe rûnenên. Ji bo aramî, aşti û başi li hemû cîhanê serdest bibe divê her kes dakevin qadên Newrozê. Kezeba me şewitî bila kesebên tu kesên din neşewitîn. Em bang li gelê Sîlopya, Hezex û Şirnexê dikin ku her kes biherikin qada Newroza Cizîra Botan."     ‘CİZÎRA BOTAN LI SER PIYAN E'   Tunç, diyar kir ku Cizîra Botan bajarê Mehmet, Ferhat, Berivan û Asya ye û wiha got: "Divê ev kesên li dijî zilmê serî hildaye tu carî ji bîr nekin. Zarokên me Cizîra Botan bi canê xwe parastin. Bila kes nefikire ku em Cizîra Botan tune dibe û bêdeng dibe. Em dîsa li ser piyan in û bi hêz in. Hêza tu kesî tune winda bike."    ‘SLAV JI BERXWEDÊRÊ EFRÎNÊ RE'   Tunç, anî ziman moralê wan tu carî naşkê û dê her dem li ser piyan bin u wiha got: “Te tu carî baweriya xwe ya siberoj û zarokên xwe winda nekiriye. me tu carî baweriya xwe ya Cizîra Botan winda nekiriye. Ez ji Cizîrê slavên xwe ji zarokên me yên li Efrinê re dişînin. Em dixwazin êdî aştî bi ser bikeve. Ji bo ev şer bi dawî bibe divê her kes çi ji destê wan bê bikin. Em dixwazin hêzên dagirker xwe ji Efrinê vekişînin.    CIZÎRÎ DÊ BI HEMÛ RENGÊN XWE LI QADAN BIN   Heznî Aslan a di qedexeya derketina kolanan de keça wê Hacer û kurê xwe Mehmet Said jiyana xwe ji dest dan jî xwest hemû gelê Cizîrê bi rengê xwe li qada Newrozê bin. Aslan, anî ziman ku ew dê di newrosa îsal de bersîvek baş bidin zalim û deheqan û wiha got: "Em bang li hemû gelê bajar  dikin ku zarokên me yên di jêrzemînan de hatin kuştin ji bîr nekin. Bila her kes biçin qada Newrozê. Piştî ev bûyer bi serê kurdan de hatin divê kes li malên xwe nemine û her kes biherikin qadên Newrozê. Bila kes nebêje 'Kurd nikarin Newrozê pîroz bikin"    Aslan, bal kişand ser Newroza 1992'an û wiha got: Gelê Newrozê her dem di bin êrîş û zilmêde pîroz kir û wiha got: "Gelê Cizîrê her dem di bin êrîşan de agirê Newrozê geş kir. Xwestin bi tirsê me tevan di malên me de hepis bikin. Maşîneyên zirxî her dem mirovan tacîz dikin. Bi vê yekê dixwazin gel bitirsînin û nekevin qadan. Dixwazin gelê Botanê bedeng bikin. Lê tu carî gelê Botanê bêteng name. Serhildana Kawa dawi li zilma Dehaq anî. Newroza îsal  jî dê dawî li zilm û tirsê bîne."   MA / Berzan Guneş